GfbV: Li dijî polîtîkayên hilweşîner ên Erdogan bisekinin
Rêxistina mafên mirovan GbfV, li dijî operasyonên dewleta Tirk û AKP'ê yên tinekirina Kurdan bang li hikûmeta Elman kir û xwest, li dijî polîtîkayên Erdogan bisekine.
Rêxistina mafên mirovan GbfV, li dijî operasyonên dewleta Tirk û AKP'ê yên tinekirina Kurdan bang li hikûmeta Elman kir û xwest, li dijî polîtîkayên Erdogan bisekine.
Rêxistina mafên mirovan GfbV, li dijî operasyonên dewleta Tirk û AKP'ê yên tinekirina Kurdan bang li hikûmeta Elman kir û xwest, li dijî polîtîkayên Erdogan bisekine. Di bangawaziyê de her wiha bal hat kişandin ser bêwatebûna qedexeya li ser PKK'ê û hat destnîşankirin ku PKK yek ji hêzên sereke yê li dijî DAIŞ'ê tedikoşe ye.
Di banga bi îmzeya Sekretera Şaxê Elmanya ya Rêxistina Gelên bi xeteriyê re rû bi rû ne (GfbV) Tîlman Zulch a ji bo hikûmeta Elman de hat xwestin ku li dijî 'polîtîkaya têkbirina Kurdan' a Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bisekine û qedexeya li ser PKK'ê tavilê rake.
GfbV di banga xwe de xwest hikûmet nîşanî Kurdên li Tirkiye û welatên din ên Rojhilata Navîn bide 'ji bo diyarkirina çarenûsa xwe' rêya herî girîng rêbaza aştiyane ye û hat destnîşankirin ku Kurd 'helwesteke bi mînak' nîşan didin. Zulch got, "Piraniya alîgirên PKK'ê helwesteke bi mînak nîşan dan û bi bawerî nîşan dan ku alîgirê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Ji sedî 13 ê dengên HDP'ê di hilbijartinên beriya 8 hefteyan de bi dest xist, vê yekê nîşan dide."
ARMANC 'BÊ QÎMET HIŞTINA KURDAN' E
Di bangê de bang li Elmanya û welatên Ewropayê hat kirin ku helwesta aştiyane ya Kurdan 'nas' bikin û ji hikûmeta Elman jî hat xwestin ku ji bo serbestberdana zêdeyî hezar Kurdên di operasyonên tinekirinê yên AKP'ê de hatin binçavkirin, bikeve nava hewldanan.
GfbV diyar kir ku êrîşên Tirkiyeye yên li hemberî PKK'ê, encama 'hesabeke veşartî' ye û destnîşan kir ku di vir de armanca ew e Kurdan li nava raya giştî ya cîhanê bi awayekî komî bê qîmet bikin.
DEMA LEŞKERÊN TIRK SÎNOR DIGIRTIN, PKK'Ê MIROZ RIZGAR DIKIR
Di dewama banga GfbV de hat gotin, "Li gel vê, PKK'ê ji bo Êzidî, Xiristiyan û gelên din ên terorîstên DAIŞ'ê dixwestin wan tine bikin, xeleka parastinê ava kir û jiyana piraniya wan rizgar kir. Blokaja timî ya hêzên ewlekariyê yên Tirk li sînor dikin, derbaskirina alîkariya însanî dixe nava zehmetiyan."
DESTEKÊ NEDIN ERDOGAN Ê KU BI JIYANA GELÊ XWE DILÎZE
Di bangê de hat ragihandin ku pêvajoya aştiyê ya di encama têkoşîna bi dehan salan a Kurdan de derket holê, ji ber berjewendiyên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê ket nava xeteriyê û hat destnîşankirin ku ev yek 'dûrî ji aqil' e. GfbV di banga xwe de hat xwestin ku hîn bêhtir ji Erdogan ê 'bi jiyana gelê xwe dilîze' destek neyê dayîn.
Di bangê de hat ragihandin ku PKK'ê daxwaza xwe ya serxwebûnê ya salên 1980'î bi otonomiyê re guhertiye û dixwaze zêdeyî 8 hezar girtiyên li girtîgehan bên berdan, Xiristiyan, Elewî û Êzidî ji aliyê baweriyê ve azad bin û li bajarên piraniya şêniyên wan Kurd in, xweseriya herêmî dixwaze.