Germahiya dijwar tîna xwe da welatên bakur

Germahiya dijwar a li Ewropayê tîna xwe da welatên bakur. Li hin herêman 'şevên tropîkal' rû dan.

Li welatên bakur germahiyeke awarte heye. Swêd, Norwêc û Fînlandiya ji ber germahiya zêde di rewşa alarmê de ne.

 Estîtuya Hîdrolîk û Meteorolojiyê ya Swêdê ragihand, ji destpêka hefteyê ve li gelek herêmên Swêdê 'şevên tropîkal' hebûn. Ev yek tê wê wateyê ku germahiya şevê daneket binê 20 pileyî.

Li bajarê Markusvinsa yê bakurê Swêdê germahiya Înê 34.8 pile bû û bi vî rengî gihîşt asta rekorê. Ev pileya germahiyê li Swêdê pileya herî bilind a vê salê ye.

Meteorolog Jon Jorpeland ji AFP'ê re axivî û got, "Li bakur ji sala 1945'an û vir ve germa herî zêde ye."

Enstîtuya meteorolojiyê ya Norwêcê jî ragihand ku li başûrê Norwêcê Şemiyê li 20 deverên cuda 'şevên tropîkal' rû dan.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê ragihand ku germahiya zêde ya li Ewropayê wê tîna xwe li Groenlandê bike. Ev yek jî tê wê wateyê ku wê qeşa zûtir bihelin. Li gorî texmînan, qeşa wê di asta rekorê ya sala 2012'an de bihele.