Gerînendeyê Giştî yê TV10'ê Buyukşahin: Hişmendiya Kerbela neguheriye

Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 50'emîn de çalakiya li Qada Galatasarayê berdewam kirin.

Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan dîsa vebe di hefteya 50’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarê Radyo Dunya Mine Kaynak, Endamên Komeleya Derdorê ya Mûnzûrê û endamên Dayikên Şemiyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Dengê Elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û "TV10 ya bi lokmayan hatiye avakirin talan dikin" vekirin û dowîzên "Ev pergal ji Kerbela heta niha xerabe ye" hildan. Kome bênavber siloganên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û "Bêdeng nemîne wê dor bê te jî" berz kirin.

'HIŞMENDÎ YEK E'

Di çalakiyê de Gerînendeyê Giştî yê TV10 Velî Buyukşahin, bal kişand ser kuştina Elewiyan û wiha got: "Li vî welatî zilmek mezin li cenazeyan tê kirin. Êrîşa li dijî cenazeyê Dayika Hatûn ji serdema Kerbela heta niha berdewam dike. Ev hişmendiya Kerbela heta niha didome. Êrîşa li dijî cenaze û hişmendiya televîzyona me girt yek e. Hûn çi bikin jî hûn nikarin me bi kuştinê xelas bikin. Hûn nikarin têkoşîna azadî û demokrasiyê têk bibin. Em tu carî ji daxwaza azadî û demokrasiyê venagerin."

Buyukşahin, destnîşan kir ku komîsyona OHAL'ê serlêdana wan red kir û wiha got: "DMME'ê hêvî ji vê komîsyonê dikir. Komîsyon û TMSF, nikare TV10 a me bi lokmeyan ava kiriye pêşkêşî sermayedaran bike."

Xebatkara Radyo Dunya ya bi KHK'ê hat girtin Mine Kaynak jî anî ziman ku ji ber wan weşanek azad û berdevkiya hemû gelan dikir, hatine girtin. Kaynak, anî ziman ku ew van polîtîkayên AKP'ê qebûl nakin.