Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Gerîllayê HPG'ê Şahîn Sîpan li Hesekê sipartin axê

Gerîllayê HPG'ê Şahîn Sîpan li Hesekê sipartin axê

Cenazeyê gerîllayê HPG'ê Yasir Mûsa (Şahîn Sîpan) îro gihişte bajarê Hesekê. Cenazeyê Mûsa ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazî kirin û bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî sipartin axê.

Cenaze seat 9.00'an gihişt Xaçeriya Sînalko, li wir ji aliyê gel ve hate pêşwazî kirin. Piştî merasîmê endamên YPG'ê cenazeyê li ser milê xwe kirin û tevî hezaran kesî berê xwe dan mala ku Yasir Mûsa hatî dinê.

Piştî malbata wî nerîna dawî li cenaze nerîn ji aliyê dehan wesayitan ve cenaze li taxên Kurdan hate gerandin û piştre anîn Goristana Şehîd Rustem a li Gundê Berkevirê. Li vir endamê Saziya Malbata Şehîdan Ehmed Sadûn axivî û balê kişand ser rola şehîdên Kurdistanê.

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM)ê jî Ebdil Îlah Erebo di merasîmê de axivî. Erebo diyar kir ku rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê rewşekî dîrokî ye û tevî zextên ku li gel tê kirin gelê Kurd dê tu cara ji mafên xwe gav şûnde navêje. Piştre jî cenazeyê Mûsa li goristanê sipartin axê.

Yasir Mûsa bi navê kod Şahîn Sîpan di sala 1980'an de li bajarê Hesekê ji dayik bibû. Gerîllayê HPG'ê Musa, roja 5'ê Mijdara 2012'an, li herêma Şirnexê Cûdî di operosyona ku artêşa tirk dabû destpêkirin de, tevî 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû.