Gerîlla Norşin ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Gerîlla Norşin ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Gerîlla Norşin ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê gerîllayê HPG'ê Îdrîs Turan (Norşin Bagok) li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve hat deinkirin.
Di 22'ê Çile de li navçeya Mîdyada Mêrdînê de operasyona nokteyî hat lidarxistin û di operasyonê de 2 gerîllayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Malbata gerîlla HPG'ê Îdrîs Tûran (Norşin Bagok) piştî çûn serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiye dan cenazeyê kurê xwe wergirtin û anîn Mîdyatê. Malatê cenaze anîn Mizgefta Hacî Îsa Arslan a taxa Cumhuriyetê.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê HPG'î Turan dan ser milan û birin Goristana Kalo ya taxa Golçekê. Girsê di meşêde posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Turan rakirin. Dîsa alên PKK û Konfederalizmê bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber sloganên "PKK gel e, gel li vir e", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Întikam", "Qatil Erdogan" berz kirin. Girsê piştî definkirina cenaze rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Girsê piştî definkirinê axaftin kirin. Li ser gorê Nûnerê MEYA-DER'a Mêrdînê Celal Aslan, polîtîka û helwesta Serokwezîr Erdogan rexne kir û xwest dest ji van polîtîkayên şer berde. Aslan, anî ziman ku heta ev polîtîka berdewam bike dê cenaze jî bên. Aslan xwest berî her tişî operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin."
Serokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz jî diyar kir ku Tûran hevalê wî yê lîseyê bû û ji ber îşkenceya polîsan tev li rêya azadiyê bû û wiha got: "Ger ku îşkenceya polîsan hebin, ji bo ciwanên kurdan jî Çiyayê Kurdistana Azad heye. Rêya têkoşîna azad heye. Bav Turan jî anî ziman ku ew dê li rêça kurê xwe xwedî derkevin.
Dayika Turan Naciye Turan jî anî ziman ku dilê wan şewitî lê ew naxwazin êdî dilê tu dayikên din bişewitin. Nacibe Turan xwest êdî kuştin û şer bi dawî bibe û dawî li kuştinan bê û got kurê wê şehîdê hemû kurdan e. Girse piştî definkirinê çûn mala sersaxiyê ziyaret kirin.