Gerîlayên Kerkûkê xwe fêrî zaravayê Soranî dikin

Gerîlayên Kerkûkê xwe fêrî zaravayê Soranî dikin

Ziman çand, exlaq û heqîqeta civakan derdixe holê û bi me dide nasîn. Ji ber wê ye ku dibêjin ziman hebûna mirovan e. Ji ber wê ye ku dibêjin ziman wek şîrê dayikê ye, mirovan mezin dike, bihêz dike û hebûna mirovan dide nîşandan.

Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend e. Xwedî gelek zaravayên mîna Hewramî, Lorî, Kelhorî, Zazakî, Soranî, Kurmancî û hwd... Her yek ji van zaravayan jî xwedî dewlemendiyek xweser e. Ev dewlemendî dewlemendiya çanda civaka Kurd jî dide diyarkirin.

Zimanê me yê Kurdî yê ku bi sedan salan e rastî êrîşên bişaftin, helandin û tunekirinê hatiye, vaye di roja me ya îro de rastî eleqedariyek mezin tê û hema hema di gelek bajarên Kurdistanê de tevî her bi awayî êrîş û mohrkirinan, dibistanên zimanê Kurdî vedibin.

Li Başûrê Kurdistanê jî, li bajarê Kerkûkê gerîlayên Kurdên HPG û YJA STAR li gorî derfetên xwe, perwerdeya zimanê Kurdî ya zaravayê Soranî dibînin. Bi rastî jî di Başûrê Kurdistanê de di nava şert û mercên şerê dijwar de afirandina zemînek wiha bi serê xwe wêrekbûnek mezin dixwaze…

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Sinê ku bi xwe 12 sal bi zaravayê Soranî dibistan xwendiye, îro mamostetiyê ji rêhevalên xweyên gerîla re dike. Mamoste Rizgar girîngiya ziman û sedema fêrbûna gerîlayan ji zimanê Soranî re wiha bi me re parve dike; “Destpêkê vê bêjim ku ev perwerde bi israr û daxwaza hevalan pêş ket. Ji ber wê jî em niha li bajarê Kerkûkê perwerdeya zaravayê Soranî dibînin. Jixwe li çiya jî perwerdeyên me yên zimanê Kurdî bi hemû zaravayên wê hene... Saziyên ziman hene. Lê li vir li ser pêdivî û daxwaza hevalan wek hêzên parastina gel li Başûrê Kurdistan di pêvajoyek wiha de ji bo em karibin hest û ramanên xwe di nav gel de bidin nasîn û gelê xwe ji nêz ve bi xwe nas bikin, li ser zaravayê Soranî perwerde Didim rêhevalên xwe.”

Gerîla Rizgar asta pêşketina rêhevalên xwe ya perwerdeyê bi van gotinan ve dinirxîne; “Ger mirov şêwazê perwerdeya Başûr meyze bike, wê bibîne ku tevî ciwan 7-8 salan dixwînin, baş fêrî şêwazê nivîsandina zimanê Soranî nabin. Lê dema ku li hevalên xwe meyze dikim, dibînim ku demek pir kurt e me dest bi perwerdeyê kiriye, lê dikarim bêjim ku asta pêşketinê baş e. Ev jî asta baldarî û daxwaza hevalan dide diyarkirin. Mînak hinek heval ji Dersimê ne yanî Zaza ne, hinek heval ji wanê ne, hinek jî ji Rojhilat, Şirnex û Rojava ne, lê îro hemû bi hev re xwe fêrî zaravayê Soranî dikin da ku karibin ruhê neteweyî di xwe de ava bikin. Jixwe armanca me ya sereke jî ev e ku em karibin wek gel, wek milîtanên vî gelî bi bîr û baweriyek neteweyî, bi felsefe û ramanê Rêber Apo ruhek neteweyî yê dûrî herêmperestî, parçebûyîn; bi fikir, raman û ruhek neteweyî ava bikin. Daxwazame ev e ku em karibin çanda Kurdî, ziman û zaravayên Kurdî, nasnameya Kurdî, dewlemendiya zimanê Kurdî binasin. Em jî bi vê wesîleyê carek din bangî tevahî mirovên Kurd dikin ku xwedî li ziman, çand, nasname û neteweya xwe ya Kurd derkevin.

Gerîlaya YJA STAR Yıldız Cûdî yek ji şagirtên perwerdeya zaravayê Soranî ye. Yıldız xwesteka xwe ya ji fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zaravayê Soranî wiha bi me re parve dike;

“Di serî de vê bêjim ku niha em wek hêzek leşkerî ji bo parastina axa Başûrê Kurdistanê hatine vir. Lê li kêleka vê erka me ya dîrokî, her çiqasî dema me pir teng be jî, me xwest xwe fêrî zaravayê Soranî bikin. Di vê bingehê de me bi heyecan û coşek mezin ve dest bi perwerdeya xwe ya zimanê Kurdî kir. Yek ji armanca me ya dîtina vê perwerdê ev e ku em karibin ji zimanê gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê baştir fêm bikin, çanda wan nas bikin û xwe jî bi rengek rast bi wan bidin nasîn. Ji ber ku ev bi salan e em wek Kurd ji hevdu biyanî bûne û îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi hevdu naskirin, di ruh, fikir û mejî de yekbûnek neteweyî ava kirin heye. Yek ji sedema ku hemû heval zû fêr jî dibin ev e ku em hemû bi van hest û daxwazan ve perwerdeya xwe dibînin.”

Gerîla Tolhildan Goyî jî bal dikşîne ser wate û dewlemendiya zimanê Kurdî û wiha berdewam dike; “Ji bo em karibin dewlemendiya zimanê xwe yê Kurdî nas bikin, her wiha ji bo em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê ji nêz ve nas bikin, fikir û ramanên xwe bi wan re parve bikin em xwe fêrî zaravayê Soranî dikin.

Girêdayî vê mijarê jî dixwazim vê bêjim, vaye îro tevî ku kes nikare wek Kurd hebûna me, nasnameya me, vîn û hêza me înkar bike lê cardin jî êrîşên pir dijwar li dijî me tên meşandin. Vaye êrîşa li dijî dibistanên Kurdî jî li ber çavan e. Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin, nenivisînin û nexwînin bi her awayî êrîşan li dijî Kurdan pêk tînin. Ji ber wê jî banga min jî ev e ku em karibin wek Kurd xwedî li zimanê xwe yê dewlemend derkevin û li dijî her awayî êrîşan em bi zimanê Kurdî bêjin, ‘NA’ ji her awayî êrîş, tunekirin û helandinan re.”

Gerîlayên HPG û YJA STAR hest û ramanên xwe yên di der barê girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê bi van gotinên xwe yên watedar ve bi me re parve kirin. Ger îro gerîla di nava mercên şer ên herî zor de zemînek wiha ji xwe re ava dikin û xwe fêrî zaravayên Kurdî dikin, ev tê wê wateyê ku dema mirov bixwaze û rast xwe bi rêxistin bike wê bikare her cihekî veguherîne dibistaneke zimanê Kurdî û bi vî awayî xwedî li ziman, çand, hebûn û vîna xwe derkeve.