Gerîlayên HPG’ê Munzur û Botan li Stûttgardê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê Lecwan Munzur û Çekdar Botan ku di bombeyên ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn li Stûttgardê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Lecwan Munzur û Çekdar Botan ku di bombeyên ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn li Stûttgardê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Adîl Sunger (Lecwan Munzur ) Û Rûhat Tabak (Çekdar Botan ) ku Hezîana 2016’an bi bombekirina artêşa Tirk a ser Qadên Parastina Medyayê şehîd bûbûn li Stûttgardê ya Elmanyayê hatin bibîranîn. Dİ bîranînê de bi sedan kes hazir bûn. Di bernamê de bavê şehîd Rûhat Tabak Şukru Tabak, li ser navê malbatên şehîdan Remzî Ozbey û aktîvîstê Ciwanên Azad ê Elman axivî. Ozbet got ew ji pêvajoyeke pir giran derbas dibin û dijminê wan pir xwînxwar e.
ŞOPÊN KÛR HIŞTIN Û ÇÛN..
Şukru Tabak got hê jî li çar parçeyên Kurdistanê zilm didome û domand:‘’Gelên ku li dijî zilmê têdikoşin nirxên xwe yên herî hêja ji dest dan. Her kesî çi ket ser wan ew kir.Ya ketî ser me ew bû ku em ji zarokên xwe bibin. Zor e ku hîsên xwe bibêjim. Dixwazim vê bibêjim; wê rojê hevalekî gote min, ‘belê ew çûn, lê şopeke kûr hişti’’. Pir rast got. Lê tenê şop nehiştin, her wiha birînên mezin jî vekirin. Lê li gel van hemûyan jî, xwedîderketina li partiya xwe, li gelê xwe, li şehîd û hevrêyan êşa me kêm be jî sivik dike.’’
‘HÊVÎ DIKIM KU EV HILBIJARTIN DERIYEKÎ LI ZEMÎNA DEMOKRATÎK VEKE’
Şukru Tabak got ji bo dilsoziya bi şehîdan re, jiyandina têkoşîna wan û pêkanîna evîna wan azadiyê peywir dikeve ser her kesî û domand: ‘’Hibijartinek li ber me heye. Mirovên me yên Ewropayê tercîha xwe kirine. Her kesî kedek da. Hêvî dikim ev hilbijartin wê bibe wesîle ku ev pergala dewletêya hov, ev faşîzma ku dibe sazûmanî ji holê rabe û zemîna demokratîk çêbike. Em ê jî wiha dilsozê bîranîna wan bin.’’
Piştî axaftinan derbarê şehîdan sînevîzyon hate nişandan. Bîranîn piştî xwarina ji bo şehîdan bi dawî bû.