Gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kanat li Osloyê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kanat, li paytexta Norwêc Osloyê bi civînekê hate bibîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kanat, li paytexta Norwêc Osloyê bi civînekê hate bibîranîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kanat bi nasnav Yaşar Avaşîn, ku 32 salan di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de cih digrt û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke bîranînê hate lidarxistin. Bi qasî 200 kes tevlî civînê bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Kurdistaniyên li merasîmê bîranînê axivîn, şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn û gotin ku wê şopdarên têkoşîna şehîdan bin. Malbata Îbrahîm Kanat a li kampa Mexmûrê dijî, bi rêya telefonê beşdarî civîna bîranînê bû û dilsoziya xwe ya bi bîranîna şehîdan re nîşan da.
Îbrahîm Kanat, di salên destpêkê yên têkoşînê de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe û demeke dirêj li girtîgehên Tirkiyeyê tê girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û têkoşîna xwe ya li nava refên gerîla dewam kir. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, beriya niha bi demeke kin li Norwêcê tedawî dibû. Ji ber ku bersiveke erênî ji tedawiyê nehat, vegeriya Kurdistanê.
Roja 1'ê Cotmehê, li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û li Şehîdgeha Qendîlê hate veşartin.
Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Îbrahîm Kanat hate nîşandan.
Di civînê de Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî jî hate bibîranîn.