Gerîla Tv dîmenên çalakiya Qereqola Rubarok weşand

Gerîla Tv dîmenên çalakiya gerîlayên HPG'ê ya bi çekên giran ya di 25'ê Îlonê de li dijî Qereqola Rubarokê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir.

"Di 25’ê Îlonê saet di 14.10’an de hêzên me qereqola Rûbarokê ya Şemzînanê kirine hedef û li nîzamiye, kozik û avahiyên qereqolê dane. Li vê derê li nîzamiyeyê teqîneke mezin pêk hatiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin."