Gergerlîoglû: Wê berxwedana me bidome
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand êrîşên li ser xwe û got, “Ez ê stûyê xwe xwar nekim û wê têkoşîna min bidome.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand êrîşên li ser xwe û got, “Ez ê stûyê xwe xwar nekim û wê têkoşîna min bidome.”
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû li meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da. Gergerlîoglû diyar kir ku piştî êrîşa li Garê ji ber daxuyaniyên wî desthilatdariyê ew kiriye hedef û derbarê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li wî hatiye birîn daxuyanî da.
Gergerlîoglû diyar kir ku biryara li ser wî siyasî ye û got, “Ne bi tenê siyasetmedar û hiqûqnas dibêjin ku ev biryar siyasî ye. Hemû civak dizane ku ev biryareke siyasî ye. Ez li dijî binpêkirinên mafên mirovan li ber xwe didim lê niha têm cezakirin. Lê divê were zanîn ez ê têkoşîna xwe bidomînim û ez ê li hemberî van zextan stûyê xwe xwar nekim. Vî cezayê li ser min biryareke skandal e. Bêhiqûqtiyeke mezin heye. Bi salan e neheqî li Kurdan tê kirin, min diyar dikir divê ev mesele were çareserkirin. Ez dîsa jî peyamên aştiyê didim û parêzvanê mafên mirovan im.”
Gergerlîoglû biryara li ser parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû bi bîr xist û diyar kir ku wê îro serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.