Gergerlioglû: Em bi hev re li dijî vê çûyinê rawestin

Wekîlê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglu bang li muxalefetê kir û got, ''Werin em eniya muxalefetê ava bikin.''

Wekîlê HDP'ê derheqê 'meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' a HDP'ê got, HDP di serî de ji bo meseleya Kurd, li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyê têkoşîneke mezin dide û ji ber vê jî dewleta Tirk astengiyên mezin l iber wan datîne.

Gergerlîoglu qeyûmên li ser şaredariyên Kurdistanê, girtinên bi girseyî bi bîr xist, got dixwazin rêveberiyên bajêr û navçeyan bînin rewşeke ku nikarin bixebitin, wekîlan ji wekîltiyê dixin û ev jî nîşaneya wê ye ku êrîş wê zêdetir bibin.

Gergerlîoglu got bi meşa demokrasiyê  yali dijî wan  dixwazin HDP'ê li quncikekê asê bikin, marjînal bikin rabûnek e û meşa aştîxwaz, sivîl, meşa demokratîk a gel wê bidome û bang kir ku hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk bidome.

Gergerlîoglu diyar kir, bi meşa ji Colemerg û Edîrneyê ew dixwazin nîşan bidin ew ji Colemerg heta bi Edîrneyê her kesî hembêz dikin û got, ''Em dixwazin projeya Tirkiyeyîbûnê ji hêla her kesî ve were dîtin. Em ê xwe nekişînin nav qalikê xwe ku dixwazin me di nav de asê bikin, bi perspektîfa çareseriyê ya ji bo meseleyên Tirkiyê em hewl didin bi vê perspektîfê nêzîk bibin.''

Gergerlîoglu bal kişande ser pêşnûmeya yasayê ya nû ya hilbijartinê, got ji bo partiyên ku wê tifaqe bikin benda hilbijartîne tînin 5 ji 100'î lê li bajaran dikin 20 ji 100'î û got heke hûn berê ji bajarekî 7-8 parlamenteran derdixin heke 20 ji 100'î yê bendê derbas nekin hûn nikarin parlamenteran derxist û got, ji bo ku HDP li nav bajarên Tirkiyê wekîlan dernexin vê yasayê dixwazin bînin û dixwazin HDP'ê di nav bajarên Kurdistanê de asê bihêlin.

Gergerlîoglu got AKP-MHP ditirse ku muxaleft were gel hev, divê CHP êdî vê bibîne û diyar kir bi polîtîkaya tirsonekiyê CHP divê fêhm bike ku nikare heq ji polîtîkayên faşîst derkeve û diyar kir, ''heke tu yê li dijî desthilatê têbikoşî divê wêrek bî' û bang li muxalefetê kir ku eniya muxalefetê were avakirin.

Li ser meşa demokrasî derheqê sînordarkirina ketin û derketina nav bajêr a bi destê dewletê, Gergerlîoglu got, ji ber tirsa ji HDP'ê wiha dikin û desthilat ji bo ku ditirse beraberiya tişta ku dike bibîne, jiyanê şeht dike.

Gergerlîoglu got, ''Dixwazin hem zilmê bikin û hem jî em deng dernexin. Ev ne pêkan e. Di meseleya Kurd de hem gelê Kurd û hem jî derdorên demokratîk ên civakê heta niha serê xwe netewandiye, ji niha û pê de jî wê netewîne. Êdî ji hêla siyasî ve jî hatiye reweke wiha ku nikare bifetisîne.  HDP li gel ev qas zext û zordariyê jî kêmî 10 ji 100'î yê bendê nabe. Rapirsînên raya gitî li holê ne. Di demeke kurt de em dikarin bibin alternatîfa desthilatê.''