Gerger: Plana B ya Tirkiyeyê heye

Gerger: Plana B ya Tirkiyeyê heye

Konferansa bi navê ‘RojhilataNavîn Ji nû ve avakirina Suriye, Serhildana kurd’ a ji aliyê KURD-AKAD’ê hat lidarxisin duh êvarê bi nîqaşên der barê pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû.  Di konferansê de Dr Haluk Gerger axivî û  diyar kir pirsigrêka kurd ya her çar parçeyên Kurdistanê di heman demê de pirsgirêka Tikriyeyê ye û got Plana B yaEnqereyê heye.

Tora Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) li bajarê Dortmund a Almanyayê konferansa bi navê ‘Rojhilata Navîn Ji nû ve avakirina li Suriyeyê Serhildana kurd’ li dar xist. Runiştinên duyemîn û yên sêyemîn ji bo pêşeroj û dîroka Rojavayê Kurdistanê hat veqetandin. Di runiştina duyemîn de dîroknas Dr Gundî Bîlberz axivî û diyar kir ku dibistan û gundê wî yê Rojavayê Kurdistanê hilweşiyaye.

Dîlberz polîtîkayên înkar yên rejîma Suriyeyê vegotû  go tçavkaniyên binerd yên Rojavayê Kurdistanê ji bo rêveberiya Şamê gelek girînge û got: “Lige vê dewlemendiyê niha gelê Rojvava bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Dr Haluk Gerger jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser polîtîkayên herêmî yên navendî yên Tirkiyeyê. Gerger diyar kir ku Tirkiyeyê tetikêşê Rojava ye û got rêveberiya Enqereyê ji Iraqê ders girtine û wiha got: “Jixwe ew bi xwe dibêjin. Em ne li Iraqê ,em ê li Suriyeyê bin.  Tişta ku Tirkiye dike jî emperyalîzma mirovi ye. Yanî sedemên mirovahî derdixe pêş û dixwaze mudaxale bike. Pirsgirêka kurd ya her çar paçeyên Kurdistanê di heman demê meseleya hundirya Tirkiyeyê ye. Tê armanckirin ku statuya berê bê domandin.“

LI HERÊMÊ ŞERÊ PROJEYÊ HEYE

Nûnerê  PYD’ê yê Ewropayê Hassan Mohamed jî  got divê bihara ereban vebiguhere bihara gelan û got niha şerê li herêmê diqewime şerê projeyê ye.