Ger neyê berdan dê herdu çavên xwe winda bike

Ger neyê berdan dê herdu çavên xwe winda bike

Girtiya nexweş Sevcan Atak (33) ku li gel Gulîzar Ozdemîr ya beriya çend rojan hate tehliyekirin di heman odeya girtîgeha Şakranê de bû anî ziman ku, pêwîste demek zû Sevcan Atak were berdan, ne mumkune ku di nav şertên girtîgehê de bê dermankirin.

Ozdemîr diyarkir ku, Sevcan Atak di astek bilind de ji herdu çavên xwe nerihete û li gel wê jî birapora dixtor hatiye tesbît kirin ku penceşêra rehîmê lê heye û got, “Ger Sevcan neyê tahliyekirin dê herdu çavên xwe jî winda bike û dê penceşêra rehimê jî pêşbikeve.”

Girtiya nexweş rojnamevan Sevcan Atak ku di sala 2010’an dema ku erkê xwe yê rojnamevantiyê dikir hate girtin, Gulîzar Ozdemîr ku salekê li heman odeyê man û beriya çend rojan hate tehliyekirin û rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TAY-DER) Mûsa Karbadag di derbarê tenduristiya Sevcan Atakê de ji ANF’ê re axivîn.

‘DEMA ROJNAMEVANTÎ DIKIR HATE GIRTIN’

Hevala Sevcan Atak Gulîzar Ozdemîr aşkera kir ku, Sevcan di 25’ê Hezîrana 2010’an li Amedê hate binçavkirin û wiha got: “Piştî ku Sevcan hate girtin û şandin girtîgeha Amedê, piştî wê jî li gelek girtîgehan hate sirgûn kirin û herî dawî salek berê anîn girtîgeha Şakranê.”

‘REXMÎ RAPORA DIXTOR NAYÊ TEHLIYE KIRIN’

Gulîzar Ozdemîr vedibêje ku, Sevcan Atak di astek jor de ji çavên xwe nerihete û dixtor teşhîsa penceşêra rehîmê li ser kiriye û wiha berdewam kir: “Dixtoran got, Sevcan di şert û mercên girtîgehê de nayê dermankirin, ger neyê dermankirin dê herdu çavên xwe winda bike û penceşêra rehîmê jî dê pêş bikeve, di derbarê vê de rapor dan. Sevcan tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe pêkbîne, bi alîkariya hevalên xwe pêktîne. Pêwîste di demek kurt de were tehliyekirin û şert û mercên dermankirinê bêne avakirin.”

‘DIVÊ SAZIYÊN BERPIRSYARÊN VAN MIJARAN TIŞTA PÊWÎST BIKIN’

Rêveberê TAY-DER’ê Mûsa Karbadag destnîşan kir ku, ji ber sedema guhertina muwzuetan Sevcan Atak tena serê xwe nikare jiyan bike, pêwîste were serbest berdan û ev tişt gotin; “Li rexmî ku rapora dixtor heye ku Sevcan di şertên girtîgehê de nayê dermankirin heye jî nayê tahliye kirin, bi awayek fîîlî tê îşkence kirin û terkî mirinê kirine.”

Karbadag bilêv kir ku, li rexmî ku demek nêz de parêzer şandibûn jî yek rapora derbarê Sevcan Atakê de nedan parêzeran û da diyarkirin ku, mafên zagonî yên Atak jî hatine binpêkirin.

Mûsa Karbadag aşkera kir ku, pêwîste rewşa girtiyên nexweş ku di dema pêvajoya aştiyê de di wijdanan de birîn vekirine bilezgînî bê çareserkirin û wiha domand: “ Li gel Sevcan Atak jî zêdetirî 400 girtiyên nexweş yên di sînorê mirinê de hene û pêwîste demildest bêne berdan. Berevajiyê wê dê birînên mezin di wijdanên civakê de veke, her wiha dê di derbarê pêvajoya aştiyê de samîmiyeta hikumetê were nîqaşkirin.”

Karbadag anî ziman ku, ew weke TAY-DER dê li hember vê rewşê bêdeng nebin, dê şiyar bin û şopdarê wê bên. Karbadag diyarkir ku, ew di serî de bang li Wezarata Edaletê û berpirsê mewzûatê dozgeriya girtigehê vedixwînin peywirê.