Generalê Sûriyeyî tevlî muxalîfan bûn

Generalê Sûriyeyî tevlî muxalîfan bûn

Generalê Sûriyeyî Muhammed Kahluf, bi kurê xwe yê serbaz re rejîma Baas terk kir û tevlî muxalîfan bû.

General Kahluf ku reviya Urdunê ji televîzyona El Arabiya re axivî û diyar kir ku, plana wî ya ji artêşa Sûriyeyê bireve demeke dirêj girtiye û got: “Fîrara min bi partiyên cuda yên di şoreşa Sûriyeyê de bi planeke koordînekirî pêk hat.” Khaluf da zanîn ku, baweriya artêşa Sûriyeyê  bi Beşar Esad nemaye.

Serhildana di Adara 2011’an de  li dijî rejîma Baas dest pê kir şûnde, gelek generalî ji artêşa Sûriyeyê fîrar kir û tevlî muxalîfan bûn. Heta niha kesê herî paye bilind yên pişta xwe daye rejîmê serokwezîrê herî kevn Riyad Hîjab bû. Hîjab di tebaxa 2012’an de rejîm terk kir û tevlî muxalîfan bû

Di rojên borî de Enstîtuya Lêkolîna Stratejîk ya Navnetewî (IISS) diyar kiribû ku, rejîma Beşar Esad bi rêjeyeke mezin hêza xwe wenda kiriye. Li gorî IISS artêşa rejîmê ya 220 hezarî di dawiya sala 2012’an de hêzeke mezin wenda kiriye. Hêza ku mijara gotinê ye 50 hezarî wî girêdayê Esade.