Generalê Fransî mikur hat: Li Kobanê êrîşa hewayî bêbandor e

Generalê Fransî mikur hat: Li Kobanê êrîşa hewayî bêbandor e

Generalê Fransî û di heman demê de ji aliyê NY ve şefê mîsyona berê yê artêşa Fransa Domînûque Trînquand got ku li Kobanê êrîşên hewayî bêbandorin û li gel destpêkirina şerê nav bajêr wê bandora xwe qet nemîne. General got: “Şer tenê li bejahiyê tên qezenckirin.”

Generalê Fransî yê bi telefonê zindî tevlî BFM TV bû, di bernameya RMC de bersiva pirsên Jean-Jacques Bourdin da. Bourdin got ku du mehin li Iraq û Sûriyeyê ji bo êrîşa hewayî bê kirin û bi taybet sê hefteyên dawî ne li Kobanê pêşketina çeteyan nerawestiye û pirsa “Topbaran başe lê bê ku li erdê yekîtî hebe bandora wê çiye?” pirsî.

General Trînquand got:”Bêguman şer tenê li bejahiyê tên qezenckirin. Ev ji destpêkê ve tên dubarekirin. Êrîşên hewayî tenê dikare bibin temamkerê êrîşên erdê. Li Iraqê di destpêkê de êrîşên hewayî yên zêde bûn di serî de li derdora Kobanê li ser Sûriyeyê kêm man. Cîhadîst çiqas bikevinê wê bandora êrîşan jî ew çend kêm bimîne.”

Li ser gotina pêşkêşvan a tangên DAIŞ hene û di destê YPG’yiyan de çekên sivik hene, Trînquand diyar kir ev çekên di destê DAIŞ de çekên Amerîka yên dane artêşa Iraq in û wiha got: “Tenê çekên sivik ên şervanên YPG’ê hene.”

Trinquand got: “Niha bajêr ber bi şerê gerîla ve diçe” û diyar kir di vê rewşê de wê ti bandora êrîşên hewayî nemîne.

General Trinquand li ser gotina pêşkêşvan a ‘ji bo bombebaranê em gelek paran didin lê bandora wê nîne” wiha got: “Belê bandora wê tenê dîtiniye.”

TIRKIYE DEMEK DIRÊJ DESTEK DA DAIŞ

General Fransiz bi bîr xist ji bo temamkirina vê rewşê li Iraqê ekipman dane pêşmergeyan û got ku hîna li Sûriyeyê ev yek nehatiye kirin.

General li ser gotina pêşkêşvan a ‘Tirkên sînor digirin nakevin nava tevgerê’ diyar kir ev rewş li ser zehmetiyên hene yekdin jî zêde dike. General got: “Tirkiyeya demek kurt niha tevlî koalîsyonê bû diviyabû destek daba pêşmergeyên (hêzên YPG’ê) ên li Kobanê şer dikin. Lê vê nakin.”

General li ser pirsa pêşkêşvan a ‘Di heman demê de Tirkiye ya Sunnî ye demekî dirêj DAIŞ jî di nav de destek da komên li Sûriyeyê’ wiha got: “Belê wisa ye. Ji bo rûxandina hikûmeta Başar El Esad demek dirêj DAIŞ jî di nav de alîkarî da komên Sunnî.”