Genç: Bêdengiya li ser greva birçîbûnê hevpariya cînayetê ye
Nûçegihan û Koordînatora SAMAR'ê Yuksel Genç got bêdengiya li bara greva birçîbûnê ya Leyla Guven a bi mebesta şikandina tecrîda li Imraliyê 'cînayeta hevpar e''.
Nûçegihan û Koordînatora SAMAR'ê Yuksel Genç got bêdengiya li bara greva birçîbûnê ya Leyla Guven a bi mebesta şikandina tecrîda li Imraliyê 'cînayeta hevpar e''.
Nûçegihan û Koordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Sosyal (SAMER) Yuksel Genç têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî..
'TECRÎDA LI SER OCALAN CEZAKIRINA CIVAKÊ YE'
Genç têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got,''Dema ku tecrîd li ser aktorekî polîtîk were danîn ev cezakirina civakekê, tecrîdkirina wê û di pêvajoyan de xwestina li der hiştina civakê ye.''
Genç diyar kir encamên tecrîdên wiha polîtîk in û bi nasnameyeke girseyî ne û got, ''Ên ku li dijî tecrîda li ser Ocalan derkevin, tenê ne bi daxwaza xwedîderketina li Ocalan li dij derdikevin, tenê binpêkirina heq û hiqûqê destnîşan nakin. Her wiha ji ber ku civakên polîtîk in, bi hişmendiyeke ku li xwe xwedî derkevin tevdigerin.''
'TECRÎD PARÇYEK JI HESABÊN NAVNETEWÎ YE'
Genç her wiha bal kişande ser hêla navnetewî ya tecrîdê, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê meseleyeke navxwe ya Tirkiyê ye, tecrîd parçeyek ji hesab û armancên navnetewî ye.
Genç bal kişande ser rengê xweser a tecrîda li ser Ocalan a van 5 salên dawî û got, ''Tecrîda van 5 salên dawî bi rengê ku parçeyek ji hesabên herêmî û navnetewî be hate fêhmkirin. Binerin, berê tecrîd aştî û demokrasiya navxwe asteng dikir, niha dema ku mirov li geşedanên li Sûriyê dinere, xuya dike ku bandora wê li ser hevsengê herêmî jî heye. Mînak Kurdên li Sûriyê felsefe yan jî argûmanên polîtîk-paradîgmayî yên Ocalan par ve dikin, bi tecrîda li ser Ocalan tê xwestin ku bi vê fikrê Kurd li Sûriyê û Rojhilata Navîn nebin karîger, tê xwestin daxwazên Kurdan minîmalîze bikin û di pêvajoyên biryarên zor de Ocalan li derve were hiştin.''
'TECRÎDA ALTERNATÎFÊ'
Genç bi domdarî bal kişande ser krîza cîhanî ya kapîtalîst, got, ji bo derketina ji vê krîzê modêla herî berfireh a çareseriyê Ocalan daniye holê û got, ''Ji bo vê jî ev tecrîd tecrîdkirina wê alternatîfê ye ku dikare di vê krîza kapîtalîst a global de, ji bo gelan encamên erênî bîne. Ji bo vê jî, tecrîda li ser Ocalan her çendî tê maneya binpêkirina hiqûq netewî û navnetewî, tê maneya binpêkirina prensebînên mafên mirovan ên navnetewî jî, bêdengiya cîhanê û nexasim a Rojava, hewldana ku ev neyê dîtin, ji ber vê tirsê ye.''
'GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LEYLA GUVEN DIRÛTÎ NÎŞAN DA'
Genç, têkilî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven got, bûye deşîfrekirina dirûtiya hin derdoran ku digotin ew alîgir in ku pirsa Kurd çareser bibe, alîgirê hiqûq, aştî û demokrasiyê ne. Genç diyar kir Guven ev bi çalakiyeke pir aştiyane deşîfre kiriye û got, ''Ev çalakiya Guven bi bîra gelên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û gelên cîhanê, bi bîra hemû kesên ku ketine ber Şerê Cîhanê yê 3'yan dixe ku aştî û çareserî pêkan e. Nîşan dide aştiya di pirsa Kurdan de ji bo derketina ji krîzê mifteya herî girîng e.''
Genç bi berdewamî got, li gel ku greva birçîbûnê ya Guven hatiye rewşeke krîtîk jî hikûmet û Meclîs xwe kerr û kor dike û domand, ''Bifikirin wekîleke endameke Meclîsê ev 43 roj in di greva birçîbûnê de ye lê li Meclîsê, li Tirkiyê, li cem desthilatdariyê ti deng tine û bi ser de jî çalakiyên xwedîderketina li grevê tê krîmînalîzekirin.
Genç diyar kir, grevên birçîbûnê bangeke xurt a li desthilatê, li civakê ye û got, ''Her çi dibe bila bibe, sersariya ku rê li ber mirina wekîleke di greva birçîbûnê de veke, kerr û koriyeke ku bibe sedema rewşeke wiha, mîna cînayetekê ye ku her kes dibe hevparê vê. Encameke wiha dikare ziyaneke giran bide hêviya siberoja bi aştiyê û azadiyê.''