Gelo wê serçeteyê Osmanî bê berdan?

Tê gotin, serçeteyê "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî" Mehmet Bagci yê li Stûttgartê bi girtî tê darizandin, di hefteya bê de dikare bê berdan.

Berdana Bagci wê bibe tawîzeke nû ya dewleta Elman ji bo desthilatdariya Erdogn.

"Osmanen Germaîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ku şebekeya rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye, 10'ê Tîrmeha 2018'an bi daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Host Seehofer hatibû qedexekirin. Tevî ku li gelek eyaletan rêxistinbûyî ye, tenê li 4 eyaletan operasyonên polîsan li dijî vê çeteyê hatibû kirin. Koma çete hîn jî li gelek bajaran kar dike.

Koma çete sala 2014'an bi desteka desthilatdariya AKP'ê vebû û bi navê kulûba boksê xwe bi rêxistin kir. Rêveberên çeteyê ji meha Adarê ve li Dadgeha Ciwanan a li Stûttgartê tên darizandin. Tevî ku hate tespîtkirin ku amadekariya sûîqesta li dijî mûxalîfên rejîma Erdogan kirine jî serçete ji ber sûcên adîl ên weke kuştinê, şantaj û qaçaxçitiya narkotîkê hatin darizndin.

Di dozê de bi giştî 8 endamên çeteyê têne darizandin. Mehmet Bagci, Selçûk Şahîn û Levent Ûzûndal bi girtî tên darizandin. Hate plankirin ku rûniştinên dozê heta Gulana 2019'an bidomin, lê li ser mijara Bagci rewşeke balkêş rû da. Eşkere bû ku serçeteyên girtî, sûcên ku dozgerî wan pê sûcdar dike, xistine stuyê serçeteyê reviyaye Tirkiyeyê Mûstafa Kilinç.

Tê gotin ku ji ber vê yekê Mehmet Bagci yê ji Tebaxa par ve girtî ye, dibe ku bê berdan. Parêzerên çeteyê ji bo Bagci negirtî were darizandin serî li dadgehê da û heyeta dadgehê wê sibe biryarê li ser vê mijarê bide. Parêzeran îdîa kirin ku Bagci mehek berî bê destgîrkirin hevkarî bi hêzên ewlekariyê re kiriye û ji bo lêkolînkirinê telefona xwe daye polîsan.

Dozgerî di gilînameyê de serçete sûcdar dike ku hewl dane endamekî komê yê xwestiye ji komê veqete bikuje, mirov birîndar kiriye û çeka bê destûr pê re hebû. Rûniştina doh ku gilîname hate xwendin, li girtîgeha Stammhîm a Stûttgartê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê hate kirin.