Gelo Tirkiye û Îranê li ser operasyona li Qendîlê li hev kirin?

Balafirên şer ên Tirk roja 4'ê Mijdarê êrîşî çiyayê Asosê yê li nêzî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê kirin. Herêma ku êrîş lê hate kirin li ser sînorê Îran-Iraqê (Başûr û Rojhilatê Kurdistanê) ye.

Asos li derveyî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û hêzên PKK'ê lê nîne. Li vê herêma navborî cara yekê ye êrîşeke bi balafiran tê kirin. Çavkaniyên pê bawer dibêjin, demeke kin beriya bomberdûmana ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate kirin, balafirên keşfê yên Îranê li ser herêmê firiyan. Tê gotin, Îranê keşf kiriye û Tirkiyeyê jî bombe li herêmê barandiye.

Eger bi vî rengî be, wê çaxê ev rewşeke nû û girîng e. Tê îdîakirin ku li vê herêmê gerîlayên YRK'ê yên ser bi PJAK'ê hene. Di rewşeke bi vî rengî de, Tirkiyeyê bi koordînatên Îranê li YRK a ku li nava sînorên Tirkiyeyê nîne, xistiye. Îranê jî hêzeke li nava sînorên xwe tevdigere kiriye hedefa Tirkiyeyê û daye bombekirin.

Hêzên Kurd li pêşberî vê êrîşê bêdeng in. Asos herêmeke ku di kontrola YNK'ê de ye. YNK'ê li hemberî vê êrîşê nerazîbûn nîşan neda. PDK jî, ku li herêma xwe malovaniyê ji 18 baregehên Tirk re dike û di mijara êrîşa dijî PKK'ê de bi Enqereyê re hevkariyê dike, di rewşa heyî de ketiye pey dewamkirina desthilatdariya xwe. Ji xwe eger helwest li dijî vê êrîşê nîşan bide, ev ê bibe rewşek ne asayî.

Gelo êrîşa li Asosê nîşan dide ku Tirkiye û Îranê li ser pêkanîna operasyoneke hevpar a li dijî Qendîlê li hev kirine?

Beriya ku bersiv ji vê pirsê re were dayin, girîng e ku şerê dema dawî yê navbera hêzên ser bi PKK'ê û Îranê, her wiha bûyerên piştî vî şerî rû dan, bên nirxandin.

Em ê hinekî çend sal beriya niha vegerin. Nîsana 2011. Wê wextê 'Hevdîtinên Osloyê' di navbera rayedarên Tirkiyeyê û PKK'ê de dewam dikirin. Heyeta Tirk a bi serokatiya Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û alîkara wî Afet Guneş dihat Osloyê, heman wextê serdanek li Tehranê jî kir.

Armanca bingehîn a serdana heyeta Tirk li Tehranê, amadekariya 'operasyoneke hevpar a li dijî PKK'ê' bû. Girîng e were bibîrxistin; Hevdîtin li Osloyê dewam dikin û di demekê de ku alî li ser 'çareseriyê' diaxivîn, aliyê Tirk ji bo operasyona tinekirinê li Îranê di nava hewldanan de ye.

Îranê wê wextê ev pêşniyar li Enqereyê kir; 'PKK ji bo me herduyan xetere ye. Lê belê bi operasyona hevpar a me herduyan PKK naqede. Divê hêzên NATO'yê û hêzên Kurd ên Iraqî jî tevlî vê operasyonê werin kirin. Hûn (Enqere) li nava NATO'yê bikevin nava hewldanan, bila 'bê şert û merc' tevlî operasyona me bibin. Em ê jî bi Barzanî û Talabanî re biaxivin'.

Enqere pêşniyarê qebûl dike. Em nizanin bê bi NATO'yê re li ser çi axivîne. Lê belê piştî demeke kin li Tehranê civîneke nû tê organîzekirin. Vê carê heyeta MÎT'ê ya ji Enqereyê çû, rayedarên Îranî, Celal Talabanî û Nêçirvan Barzanî di civînê de amade ne.

Li dû hevdîtinên berfireh aliyê Kurd vê pêşniyarê dikin, 'Ne bi awayekî vekirî, lê em ê destekê bidin operasyona we. Em ê rêyan bigirin'. Metnên hevpar tên amadekirin û îmzekirin.

Ev operasyon di Tîrmeha 2011'an de ji aliyê Îranê ve hate destpêkirin. Çiyayê Qendîlê li ser sînorê Îranê ye. Hêzên PKK'ê û leşkerên Îranê li hemberî hev in. Piştî şerekî ku bi rojan dewam kir, leşkerên Îranê hatin têkbirin. Hat ragihandin ku di heman demê de leşkerên Tirk jî li Pîranşarê hatin dîtin. Tirkiye ku ji ber dûrbûna herêmê nikare ji bejahî ve leşkeran bişîne Qendîlê, li hemberî hemû herêmên Başûrê Kurdistanê yên tê îdîakirin ku gerîla lê ne, bi Îranê re bi koordîneyî êrîşa hewayî kir. Ji xwe di heman demê de bi 'şerê Farqînê' re şer hate sorkirin û hevdîtinên Osloyê hatin qedandin.

Îran ku li hemberî gerîla nekarî bi pêş ve biçe, bi rêya YNK'ê pêşniyara agirbestê li Qendîlê kir. Di encama hevdîtinan de YNK'ê metneke 'Îran wê careke din êrîş neke' îmze kir û bi vî rengî agirbesta fermî di navbera aliyan de pêk hat.

Û di vê navberê de peymana 'Operasyona li dijî PKK'ê ya ku Îran, PDK û YNK'ê îmze kirin, li çapemeniyê belav bû. Ji ber ku haya rêveberiya PKK'ê beriya operasyona li dijî Qendîlê ji operasyonê çêbû. Xuya ye Îran di wê baweriyê de bû ku ev yek ji aliyê rayedarên Kurd ve hatiye ragihandin. Lewma ji bo nakokî û şer bixe nava Kurdan ev belge belav kir. (Mirovên bi Farsî zanibin dikarin vê belgeyê ji Google'yê peyda bikin)

Bi kurt û kurmancî, agirbesta navbera Îran û PKK'ê ku di Tebax-Îlona 2011'an de kete meriyetê, bi cih hate anîn. Li herêmê hin bûyerên din qewimîn. Di navbera aliyan de hin caran alozî derket, lê agirbest neqediya.

Di mehên dawî de li hin herêman şer qewimîn. Tevî vî şerî jî aliyan êrîş nekirin. Tê zanîn ku Îran di dema dawî de gelekî keşfê dike, li gelek navendan bi îdîaya 'têkiliya xwe bi PJAK'ê re heye' bi sedan mirov girtiye. Yanî karekî berfireh li dijî eniya Kurd tê kirin.

Li ser rewşa li Iraq û Îranê, di navbera Enqere û Tehranê de trafîkeke zêde heye.

Bendewariya sereke ya aliyê Tirk ew e ku di ser Îranê re derbeke giran li PKK'ê bixe. Tê zanîn ku Îran PKK'ê weke xeteriyeke stratejîk li dijî xwe dibîne. Lewma diyar e ku li hev kirine. Êrîşa dawî ya li Asosê mînaka berbiçav a vê yekê ye.

Tirkiye û Îran li ser mijara PKK'ê li hev kirine. Di çarçoveya vê peymana nû de jî wê êrîşên cuda bên kirin. Lê belê ev peyman bi hêsanî naçe serî. Ji ber ku operasyona li dijî Qendîlê wê bandorê li Iraqê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Rojava bike. Beriya her tiştî wê bandorê li nava Îranê, li Tehranê bike. Encamên wê jî ji bo Îranê wê ne weke sala 2011'an be, wê jê girantir be.