ANALÎZ

Gelo PDK alîgirê yekîtiya neteweyî ye, yan jî parçekirinê ye?

Careke din bi zelalî hat dîtin, ku ti derd û daxwaza PDK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî nîne. Ji ber ku kiryarên PDK'ê û yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, bi salan e li hev tên.

Ev çend roj in PDK, ji bo şikandina vînê û teslîmgirtinê, qedexeyan datîne ser bi deh hezaran mirovên li Kampa Penaberan a Mexmûrê. Her wiha pêkanînên li dijî Kurdên ji ber dozên 'KCK' ên li Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, ne kêmî polîtîkayên dewleta Tirk ên zext, zordarî û kontrolkirina bi tirsê ne.

Halbûkî, hevdîtin, diyalog û civînên hevpar ên beriya çend rojan li heman cihî di navbera hêzên siyasî yên Kurd de hatin kirin, hêviyeke mezin da bûn gelemperiya Kurdistanê. Rojeva bingehîn a Kurdan bi carekê ve bûbû nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî, konferansa neteweyî. Pirsa ku her kesî bi baldarî dipirsî ev bû: 'Gelo partiyên siyasî wê vê carê bi rastî li hev bicivin?'

Baş e, ev polîtîka zext, qedexe û gefan ji ku der ket, ku dikare rê li ber şerê navxweyî veke? Li dû hevdîtinên bi Heyeta HDP'ê re hatin kirin, daxuyaniyên 'hevdîtin gelekî baş derbas bûn' ên li pêş kamerayan hatin kirin, yan jî gotinên li ser niyeta baş ên li pişt deriyên girtî hatin bilêvkirin... Gelo ev hemû xapandin bûn?

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Ferda Çetîn, di nivîsa xwe ya hefteya bihurî de, bi analîzkirina dema bihurî re, bi endaze nêzî vî dîmenê 'bedew û bi hêvî' bûye. Ji bo gotara xwe sernavê 'Di destpêkê de samîmiyet, piştre yekîtiya neteweyî' bi kar aniye.

Ya ku ew sernav bi Ferda Çetîn da nivîsandin, bêguman danehevî û tecrûbeya bi dehan salan bû. Lewma agahî dida, ku divê rewşa heyî ne tenê îlîzoyonek be, pêwîste ji dema bihurî dersên pêwîst werin derxistin.

Di dawiya dawî de bêguman wê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Lê belê, polîtîkayên di du-sê rojên dawî de ji aliyê Hewlêr û PDK'ê ve li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê tên meşandin û pêkanînên li dijî Kurdên Bakurî yên ji ber faşîzma dewleta Tirk hatine Hewlêrê, nîşan didin ku hewl tê dayîn, ew dîmenê bi hêvî yên hefteya dawî ji holê were rakirin.

Rêveberiya PDK'ê ji 27'ê vê mehê û vir ve destûr neda ku mirovekî bi tenê jî derkeve derveyî kampa Mexmûrê. Li ser sedema vê biryarê jî daxuyaniyeke nade. Mîna ku qîma xwe bi vê jî nîne, radibe li sedan Mexmûriyên li Hewlêrê dixebitin qedexe dike, ku kar bikin.

Ya balkêş û nayê qebûlkirin jî, bûyerên di dema derxistina ji kar de qewimîn e. Maseyeke siyasî ya taybet a li Asayîşa Giştî ya Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin, yek bi yek cihên karker lê dixebitin tespît dike, bi zorê bang li hemûyan dike, gefan li wan dixwe û belgeyên berê hatine amadekirin bi wan dide îmzekirin. Wekî din şopa tiliyê wan jî qeyd dike û gefê li wan dixwe ku careke din li Hewlêrê nexebitin. Vê gefê li her kesên bang li wan dikin, dixwe; 'Hûn li vir xebata siyasî dimeşînin; tevlî çalakiyên mîna meş, xwepêşandan û mîtîngan bûne. Careke din tevlî nebin, naxwe ji tişta bê serê we, hûn ê berpirsyar bin."

Ev pêkanîn û polîtîka, li polîtîkayên dewleta Tirk tên, ku bi dehan salan e li Bakurê Kurdistanê bi rengê zext, asîmîlasyon, çavtirsandin û teslîmgirtinê li dijî Kurdan dimeşîne. Ji xwe, li gorî agahiyên ji kesên ketin ber lêpirsînê hatin wergirtin, yek ji du kesên lêpirsîna wan dikirin bi Tirkî, yê din jî bi Kurdî daxivîn.

Kurdistaniyên ji Bakur ên ji ber doza 'KCK'ê ji neçarî hatine Başûrê Kurdistanê, dibin hedefa heman pêkanînan. Heman maseya siyasî ya taybet li Hewlêrê bang li wan dike û piştî ku heman gefan li wan dixwe tên hişyarkirin ku neçin Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê. Ji wan re tê gotin, ku di rewşeke berevajî de wê karê wan biqedînin û teslîmî Tirkiyeyê bikin. Dema mirov civîna li Şengalê ya li dijî PKK'ê tevlî vê rewşê bikin, hingî baştir tê fêhmkirin ku mebest û armanca van pêkanînan çi ye.

Ev polîtîka gelekî xetere ne û destketiyên Kurdan ên bi dayîna bi hezaran berdêlan bi dest hatine xistin, pêşkêşî mêtîngeran tên kirin. Ji ber vê yekê, bi rengekî vekirî careke din tê dîtin ku ti derd û daxwaza PDK'ê ya yekîtiya neteweyî nîne. Ji ber ku pêkanînên PDK'ê û polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan li hev tên. Ev jî têrê nake; PDK tevî AKP a Erdogan van polîtîkayan dimeşîne. Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve ev polîtîka, tevî dijderketin û rexneyên Kurdan, bi rengekî ku henekê xwe bi daxwaz û hêviyên gelê Kurd bike, hat meşandin. PDK hê jî di vê polîtîkaya xwe de israr dike.

Em bi sernavê gotara Ferda Çetîn a hefteya bihurî biqedînin: "Di destpêkê de samîmiyet, piştre yekîtiya neteweyî."