Gelo mirovên li Mûglayê hatin binçavkirin, hatin înfazkirin?

Li Mûglayê, gelo kesên ku bi êşkenceyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin, hatin kuştin?

Medya Tirk îro ragihand, ku li navçeya Koycegîz a Mûglayê di şerê bi hêzên dewletê re "5 ji 7 PKK'yiyan hatine kuştin."

Li navçeya Seydîkemerê, 7 kesê bi îdîaya "PKK'yî ne' hatibûn binçavkirin û li pêş kamerayan hatibûn tazîkirin. Ev kesên hatin binçavkirin, ji pişt ve destên wan hatibûn girêdan.

Çavkaniyên herêmî dibêjin li herêmê şer neqewmiye.

Bûyerên ku ev du roj in diqewimin mirovan dixin nava fikaran ku hêzên dewletê, kesên binçavkiriye bi îdîaya 'şer derketiye' înfaz kirine.