Gelo li Başûr xeletî çêdibe?

Lê belê hê jî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê di xefletê de ne. Wekî ku berpirsê yekemîn ên rewşa li Başûrê Kurdistanê peyda bû ne Tirkiye ye, hê jî bi Tirkiyeyê re têkilî danînê wek minetekê dibînin.

Di du mehên dawîn de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji aliyê siyasî ve guhertinên girîng pêk hatin. Kurdan di asteke girîng de mewzî ji dest dan. Vê rewşê, ne tenê gelê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê derûnî û psîkolojîk ve bandoreke neyînî li tevahiya gelê Kurd kir. Ji ber vê yekê jî di nava beşek hêzên siyasî û civakê de di mijara bixwebaweriyê de têkçûnekê rû da. Her çiqasî ev bûyerên neyînî piştî referandumê derketibin holê jî, di rastiyê de ji ber şaşiyên deh salên dawîn ên rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev rewş pêk hat. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re yên PDK'ê ya di hikmê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye, bû sedem ku di her mijarê de polîtîkayên şaş werin meşandin.

Ya ku pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê giran kirin têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re bûn. PDK’ê pişta xwe da Tirkiyeyê û bi her kesî re kete nava nakokiyan. Nakokî û têkoşîna li dij hikumeta Iraqê jî di encama baweriya têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re meşand. Lê belê desthilata AKP’ê bi helwesta xwe ya beriya referandumê û piştî referandumê hikumeta Başûrê Kurdistanê xist nava valahiyeke siyasî. PDK’ê derbeyeke giran ku di dîroka xwe ya siyasî de nedîbû, xwar. Ev jî mîna encama trajîk a siyaseta şar dikare were binavkirin. Gotin û tevgera Tirkiyeyê ji serî heta binî ji heqaretên li dijî PDK’ê pêk hat. Ji ber vê yekê jî piştî PKK’ê di nava siyaseta Kurd de herî baş PDK, Tirkiyeyê baş nas dike. Xizmeteke AKP’ê ya bi vî rengî ji bo Kurdan çêbû. Bi hemû aliyan ve naskirina PDK’ê ya desthilatdariya AKP’ê tê wateya ku wê ji niha û pêde nekeve bin bandora polîtîkayên dewleta Tirk ên Kurdan bîne dijberî hev. Ger bi hewldanên dewleta Tirk, PDK êrîşî partî an jî tevgereke Kurd bike di serî de dê gelê Başûrê Kurdistanê qebûl neke.

Lê belê hê jî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê di xefletê de ne. Wekî ku berpirsê yekemîn ên rewşa li Başûrê Kurdistanê peyda bû ne Tirkiye ye, hê jî bi Tirkiyeyê re têkilî danînê wek minetekê dibînin. Her wiha piştî careke din bi Tirkiyeyê re têkilî danîn hate dîtin ku guh didin hişyarî û reşkirinên dewleta Tirk a li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê. Ji bîr dikin ku sedema rewşa xirab a li Başûr têkiliyên bi TC ‘ê hatin danîn û bi Kurdan re têkiliyên baş bi pêş nexistin. Danîna têkiliyan bi Tirkiyeyê re û hin helwestên neyînî vê yekê nîşan didin. Li gel ku tê zanîn sedema van pirsgirêkan ew e ku bi Kurdan re têkiliyên baş nehatin bipêşxistin, helwesteke wisa nîşan didin ku ger bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş bihatana bipêşxistin ev rewş pêk nedihat. Ev helwest korbûna siyasî ye; ne fêmkirina sedema bingehîn a vê rewşê ya Başûrê Kurdistanê ye. Li dewsa danîna têkiliyan bi Kurdan re, meşandina têkiliyeke baş bi Tevgera Azadiya Kurd re, guhdayîna gotinên mêtingerên tevkujer tê wateya ku ji serpêhatiyên demên dawîn yên Başûrê Kurdistanê ders nehatine derxistin.

Heger ji tiştên li Başûrê Kurdistanê pêk hatin ders neyê derxistin, bersiveke rast ji bo pirsa Kurd dê çawa bibin hêz, neyê dayîn, di demên pêş de dê pirsgirêkên girantir çêbin. Dê destkeftiyên îro hene jî bikevin xetereyê. Piştî evqas tişt hat serê wan jî hewl didin partiyên Başûrê Kurdistanê bînin dijberî Tevgera Azadiya Kurd. Lazim e tu rûyê AKP’ê tunebûya bi Kurdan re têkilî deynin, her wiha divê Kurd nekevin nav hewldanan ku bi dewleta Tirk re têkilî deynin. Ligel ku di demeke nêz de ev qas tişt qewimîn, mirov fêm nake ku çima ji bo bi Tirkiyeyê re têkilî daynin ev qas dikevin nav hewldanan.

Niha hêza yekemîn a dijminatiya li hemberî Kurdan a tekane Tirkiye ye. Tahlûkeya mezin a li dij destkeftiyên li Başûr ne Iraq e, Tirkiye ye. Tirkiyeyê li dijî Kurdan Iraq xist nav tevgerê. Iraq hewl dide makeqanûna heyî li gorî xwe şîrove bike û pêk bîne, lê belê Tirkiye mafên di makeqanûnê de cih digirin jî qebûl nake. Nêzîkatiya Iraqê ya bi zextan çareserkirina pirsgirêkan nayê qebûlkirin. Lê belê di polîtîka û helwesta dimeşînin de bandoreke mezin a polîtîkayên dewleta Tirk heye. Heta ev neyê fehmkirin li tu parçeyekî Kurdistanê jî destkeftî nayên parastin. Ji bo Kurd li Sûriyeyê xweseriya xwe pêk neynin desthilata AKP’ê serî li hemû rêbazan dide. Bang li Sûriyeyê dike û dibêje “Maf nede Kurdan, were em bibin yek û Kurdan biçewisînin.” Ger Sûriye mafê bingehîn ê Kurdan nas bike jî Tirkiye naxwaze nas bike. Ji dewleta Sûriyeyê bêhtir dijmanitiya Kurdan dike. Ev rastiya berbiçav jî ger ji bo fêmkirin û naskirina Tirkiyeyê têrê neke, em çi bêjin? Nêçîrvan Barzanî di ser Tirkiyeyê re çû Fransayê. Li gorî hin nûçeyan Nêçîrvan Barzanî beriya biçe Fransayê li balafirgehê bi rayedarên MÎT’ê re hevdîtinek pêk aniye. Ev nûçe û şîrove çiqasî rast in em nizanin. Ger bi rayedarekî Tirk re hevdîtin bê kirin û ev rayedar jî MÎT be mijara li ser were axaftin bêguman PKK ye.

Diyar e Tirkiye dibîne ku PDK û YNK lawaz bûne û ji ber vê yekê hewl dide van partiyên siyasî yên Kurd li dijî PKK’ê bi kar bîne. Em dixwazin bifikirin ku helwest û polîtîkayên dewleta Tirk ên çend mehên dawîn hiştiye ku Kurd Tirkiyeyê baş nas bikin. Li gorî vê yekê pêwîst e hêzên Başûr bifikirin ku ne têkiliyên bi desthilata AKP’ê re, pêşxistina têkiliyên di navbera Kurdan de dê hêzê bide Kurdan, li dijî êrîşan Kurdan bi hêztir bike û divê li gorî vê yekê tev bigerin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA