Gelo hukûmeta Tirk 4 milyon pere daye Omer Guney?
Gelo hukûmeta Tirk 4 milyon pere daye Omer Guney?
Gelo hukûmeta Tirk 4 milyon pere daye Omer Guney?
Ji nivîskarên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Ewropayê weşanê dike, Ferda Çetîn bal kişand ser belgeyek ku dê alîkariyê bide ronîkirina komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Çetîn destnîşan kir ku hukûmeta Tirk sala par ji bo qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê rêziknameyek made kiriye û got: “Gelo hukûmeta Tirk 4 milyon pere daye Omer Guney?”
Çetîn destnîşan kir ku dewleta Tirk rêbaza li şûna karanîna rêyên qanûnî û huqûqî li hemberî muxalefetê li welat û derveyê welat serî li rêbazên kuştinê û jiholêrakirinê dide û got ku ev rêbaz ji serdema Osmaniyan heta niha berdewam dike.
Çetîn bi bîr xist ku Erdogan du roj berê di naxaftina xwe de peyam daye ku dê cinayetên bi vî awayî berdewam bikin û destnîşan kir ku ji bo cihê komkujiyên piştî vê jî Almanya diyar kiriye.
Rojnamevan-nivîskar Ferda Çetîn destnîşan kir ku AKP û Erdogan plana xwe ya kuştina rêveberên PKK’ê venaşêre û got: “Bi qadan diqîre, di nivîsan de dinivîse, destekê ji DYA’yê digire û vê yekê bi aşkereyî dike.”
Çetîn bi bîr xist ku sala par hukûmeta Tirk ji bo kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê rêziknameyek amade kiriye û wiha nivîsand: “19’ê cotmehê, di nûçeyek ay rojnameya Hurriyetê de wiha dihat gotin: ‘Rêziknameya xelatê ya têkoşîna li dijî terorê ev saleke ji Wezareta Navxweyî bo Serokwezaretê hatiye şandin û li benda îmzeyê ye. Di vê rêziknameyê de tê gotin ku dê ji bo girtina 20 jê li Ewropayê bi giştî 50 kadroyên pêşeng ên PKK’ê 4 milyon lîre pere bê dayin...
Di pêşnûmeya rêziknameyê de Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Dûran Kalkan, Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Fehman Huseyin, Mustafa Karasu, Sabri Ok û Zubeyir Aydar ên ku tevlî hevdîtinên Osloyê bibûn jî di nava vê lîsteyê de ne...”
Çetîn bi bîr xist ku Zubeyir Aydar, Mustafa Karasu û Sabrî Ok di pêvajoya hevdîtinên Osloyê de bi heyeta li ser navê dewletê re hevdîtin pêk dianîn û got: “Wê demê hukûmeta AKP’ê li aliyekê hevdîtinê dikir, li aliyeke din jî planên berterefkirinê dikir. Ango ne ji dil bû, ne zelal, ne dirust û ne jî pêbawer bû.”
Çetîn wiha nivîsand: “Di komkujiya Parîsê de nûçeyeke divê mirov lê baldar bin.
Adnan Gurbuz endamê Lijneya Disiplînê yê MHP’ê yê berê yê Stenbolê ye. Ev kes tevli kar û barê bazirganiya mirovan û qaçaxtiya tiryakê bûye. Di hezîrana 2011’an de di operasyoneke li dijî çeteyekê ku xwe wekê JÎTEM’ê daye nasandin hat binçavkirin. Ji sûcê bazirganiya mirovan hatiye darizandin. Ligel van faliyetan, dijminatiya li dij kurdan, nîjadperestî hobiya Gurbuz e.
Sêgoşeya Almanya-Îngîlistan-Belçîkayê qada wî ya faliyetê ye.
Adnan Gurbuz rojek beriya komkujiya Parîsê yanî di 8’ê çile de ji Londonê tê Parîsê. 9’ê çile li Parîsê derbas bike. Rojek piştî qetilkirina 3 jinên kurd, yanî di 10’ê çile de diçe bajarê Calais û j wir jî bi keştiyê derbasî Îngilîstanê dibe. Gelo Adnan Gurbuz du rojan li Parîsê çû ku derê û çi kir? beriya qetilkirinê bi Omer Guney re hate cem hev an na?
Ji ber ku Adnan Gurbus ji Şarkişlaya Sêwasê ye.
Dibe ku ev bûyer bala dozger û polîsên Fransayê ku êdî ji şopandina kurdan helakî bûne, bikişîne…”