Gelo Feymann dê wek Erdogan namzetan bida nasîn?
Gelo Feymann dê wek Erdogan namzetan bida nasîn?
Gelo Feymann dê wek Erdogan namzetan bida nasîn?
Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan zehmetiyên ku beriya hilbijartinên herêmî dijî û di warê diyarkirina namzetan de pirsgirêkên dijî, ji ber çavê çapemeniya biyanî nareve. Nivîskarê Rojnameya Der Standard a Avusturyayê, Markus Bernath di nivîsa xwe de rewşa Erdogan ya piştî berxwedana Gezî û Krîza Gulen û her wiha hilbijartinên herêmî nirxand.
Di nûçeya bi ser navê ‘Erdogan welatê xwe bi teşe dike’ de hat diyar kirin ku AKP ji koma meclisa xwe namzetên welat yek bi yek diyar dike, bi vê xwe tîne hemberî Avusturyayê. Di nûçeyê de hat gotin ku Erdogan ji bo hilbijêrên oldar-muhafazkar di destan de bigire, serî li siyaseta parçekirina welat dide û di serî de li Stenbol, Enqere, li her derê di namzetên ku tên nîqaşkirin nîşan dide.
GELO AVUSTURYAYÊ DÊ JI KOMA MECLISÊ NAMZET NÎŞAN BIDA
Markus Bernarth nûçeyê wiha berdewan dike: “Erdogan namzetên xwe yek bi yek dide nasîn. Li gorî tecrubeyan wisa ne hêsane ku ev namzet qezenc bikin. Bi taybet jî piştî Gezî û Gulen.
Wisa ferz bikin ku serokwezîrê Avusturyayê Werner Feymann, endamên partiya xwe ya Meclisê a SPO li dora xwe bicivîne. Dîsa ferz dikin ku bila ji bo Salzburg û Oberasterreîch namzetên xwe bide nasîn.
Bajar bi bajar digerin û namzet û xebatan didin nasîn. Lê ev xizmet ji bo Tirkiyê tiştekî ne bê derfete. ev mîtîng û bernameyên hilbijartinê nîv rojê di TV yan de bi awayekî zindî tên nîşandan.
REÇETEYA BI XETER YA SEROKWEZÎR: PARÇEKIRIN
Markus Bernath got Erdogan ji bo hilbijêrên oldar-muhafazakar di destê xwe de bigire welat parçe dike û got ev pir bi xetere. Bernath wiha pê de çû: “Erdogan di hilbijartina 2009’an de li Herêma ku Kurd dijîn bi awayekî deng wenda kirin. CHP’ê jî li Akdenîz û Egeyê deng zêde kir. MHP’ê jî li Behrareş, Rojava û hinek aliyên başûr hêza xwe zêde kir.
Hilbijartina 30’ê Adara 2014’an gelek girînge. Xwepêşendanên Geziyên baweriya hikûmetê şikand. Erdogan jî siyaset hinek otorîter kir. Reçeteya Erdogan parçekirin-globalkirine. Ev jî gelek bi xetere.
ŞERÊ BI GULEN RE BANDORÊ DÊ LI HILBIJARTINÊ BIKE
Bernath balkişand ser têkoşîna navbera AKP û Gulen û diyar kir ku dê ev pevçûn bandorê li hilbijartinên herêmî bike. Bernath got Erdogan soza nûkirinê ya ku dide, pir bi sînor dihêle û got dîsa Kadîr Topbaş û Melîh Gokçek dîsa namzet nîşan dide û got: “AKP têk çûye. Soza nûkirinê ya ku Erdogan dida jî piştî Geziyê pir sînor bû. Erdogan naxwaze rîskan bigire.
Li gorî Bernath karê AKP’ê gelek zehmete û di hilbijartinên herêmî de bi taybet Hatay ji ber ku navenda operasyona muxalefeta Sûriyeyê gelek zehmete. Erdogan sê wezîrê xwe kir namzet. Fatma Şahîn bo Dîlokê, Sadullah Ergîn bo Hatayê ye.
MARKUS BERNATH KÎ YE?
Markus Bernath bi eslê xwe ji Almanyayê ye. Bi salane di rojnameya Der Standard de dinîvîse. Bi nivîsê xwe yên li ser Tirkiye, Yewnanîstan, Bulgarîstan, Başûrê Efrîkayê tê zanîn. Bernath nivîsên xwe ji Stenbolê mahlaya ‘Markus Beg’ dinivîse. Bernath herî daweî li ser pakêta Erdogan nivîsibû.