Gelo Almanyayê jî, ji bo Omer Guney lêpirsinek vekir?
Gelo Almanyayê jî, ji bo Omer Guney lêpirsinek vekir?
Gelo Almanyayê jî, ji bo Omer Guney lêpirsinek vekir?
Omer Guney ku ji ber qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê girtî, nayê zanîn ka rayedarên ewlehiyê yên Alman jî lêpirsinek vekirine an na. Derket holê ku Daîreya Sûcan a Eyaleta Bayernê îfedeya xweyê xaniyê Guney wergirtiye. Lê belê dozgeriya federal û polîs diyar kirin ku ji bo vekirina dozekî heya niha di destê wan de gûmanek tuneye.
Roja 24'ê Çileyê xweyê xaniyê Omer Guney ji ANF'ê re axivî û bû derbarê jiyana wî de agahiyên girîng dabû. Xweyê xanî diyar kiribû ku Guney, heya Tebaxa 2012'an kirêdariyê bûye û rojekî bi lez xaniyê xwe terkir û berê xwe daye Fransa. Lê tevî ku 2 heftê li ser komkujiya Parîsê derbas bibû jî xweyê xanî dabû zanîn ku polîs îfadeya wî wernegirtine.
Piştî nûçeya ANF'ê rayedarên Daîreya Sûcan a Eyeleta Bayernê (LKA) îfadeya xweyê xaniyê Omer Guney wergirtine. Xweyê xanî yê Alman vê agahiyê piştrast kir û van agahiyan da: "Derbarê Guney de polîs van pirsan ji min kir; Kireya xwe di wextê xwe de dida an na? Tenê bû? Kengê dihat malê û diçû?"
POLÎS Û DOZGERÎ: EV MIJAR ME ELEQEDER NAKE
Lê belê rayedarên polîs ên eyaleta Bayernê da zanîn, daku ji bo Omer Guney lêpirsinek were vekirin, hê pêşketinek rûnedaye. Berdevkê polîs ku bersiva ANF'ê ya di vê mijarê de da, vê daxuyaniyê kir; "Dibe ku Guney li eyaleta me jiya be, lê belê cihê bûyerê Fransa ye. Ji bo vê jî ev lêpirsin ji aliyê rayederên Fransî vê tê kirin, mijarekî ku me eleqedar bike tuneye."
Herwiha rayedarên Serdozgeriya Federal ku navenda wê li bajarê Karlsruhê ye jî heman daxuyanî dan û diyar kirin ku mijara Omer Guney nakeva nava sînorê xebatên wan. Rayedarekî dozgeriyê li ser pirsa ANF'ê vê bersivê da: "Dozgeriya me tenê derbarê sûcên organîzeyî de lêpirsinan vedike. Ji bo vê jî di mijara Omer Guney de hê gûmanek di destê me de tuneye ku ev sûc organîzekiriye û navenda wê jî Almanya ye."
Piştî komkujiya Parîsê derketibû holê ku dema Omer Guney li Schliersee Bad Tolzê dijiya, hevaltiyê bi derdorên nijadperestan re dikir û piştî 2009'an jî li lokala komeleya Turksporê xebetî bû.