Gelo Akar ji bo plana êrişa li ser Garê hatibû Elmanyayê?

Wezareta Parastinê ya Elman bersiv da pêşnûme pirseke Partiya Çep û diyar kir ku di dema serdana Wezîrê Tirk Hûlûsî Akar de ya li Berlînê, mijarên li Sûriye û Iraqê hatine nirxandin.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ku 2'ê Sibatê hat paytexta Elmanya Berlînê, bi hempîşeya xwe ya Elman Annegret Kramp-Karrenbaûer re hevdîtineke dirêj pêk anî bû. Têkildarî vê hevdîtinê ku muxalefetê nerazîbûn nîşan dabû, herdu aliyan kêfxweşiya xwe anîbûn ziman.

Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko bal kişand ser wê yekê ku Akar piştî Hewlêr û Bexdayê berê xwe da Berlînê û mijar hefteya derbasbûyî xist rojeva Meclîsa Federal.

Hûnko xwest, naveroka hevdîtinê bê eşkerekirin.

Hûnko pirsî ku di hevdîtinê de êrişeke nû ya dagirkeriyê ya dewlet Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Şengalê ya li Başûrê Kurdistanê hatiye rojevê yan na?

Wezareta Parastinê bi rêya Meclîsa Federal bersiv da pirsa Hûnko.

Di bersiva kurt de ku gihîşt dest destê ANF'ê, li ser planên tevgereke nû ya leşkerî agahî nehate dayin. Di daxuyaniya wezaretê de tenê hate gotin, "Rewşa li Sûriye û Iraqê mijarên hevdîtinê bû." Partiya Çep li ser vê yekê pêşnûme pirseke din da.

Vê carê Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût xwest, detayên hevdîtina bi Akar re bê eşkerekirin û bal kişand ser êrişa dawî ya li ser Garê.

Akbulût rapora Heyeta Desteya Zanistiyê ya şêwirmendiyê ji Meclîsa Federal re dike bi bîr xist ku heyetê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê weke "binpêkirina hiqûqa navneteweyî" pênase kiribû û ji hikumeta federal pirsî ku wê li dijî vê êrişa dawî helwesteke çawa nîşan bide.

BERIYA ÊRIŞAN ÇIMA TIMÎ TÊ ELMANYAYÊ?

Balkêş e ku salên dawî beriya her konsepteke êrişê ya li dijî Kurdan û beriya êrişên dagirkeriyê yên li ser parçeyên Kurdistanê, rejîma AKP-MHP'ê bi rayedarên dewleta Elman re hevdîtinê dike. Di payîza 2015'an de dema ku konsepta şer a li dijî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê kete meriyetê, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel çûbû Qesra Erdogan û wêneyên kêfxweşiyê bi hev re kişandibûn. Ev serdana Merkel ku beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêk hat, weke piştgiriyeke eşkere ya ji bo koalîsyona AKP-MHP'ê hatibû dîtin.

Di rojên destpêkê yên sala 2018'an de jî dewleta Tirk dema ku bi çeteyên xwe amadekarî dikir ku êrişa dagirkeriyê bibe ser Efrînê, Wezîrê Karên Derve yê wê demê Sîgmar Gabrîel hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû vexwend warê xwe û hevdîtineke demdirêj pê re pêk anî. Di vê hevdîtinê de wêneyek hate parvekirin ku Gabrîel çay dida Çavûşoglû.

Her wiha di nava meha Cotmehê ya 2018'an de dema ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê giran bûn, Wezîrê Karên Derve yê Elman Heîko Maas çû Enqereyê û bi wezîrên desthilatdariya AKP-MHP'ê re wêneyên kêfxweşiyê kişandibû. Her wiha çûbû Qesra Edogan. Maas her wiha gotinên welê bi kar anî bû ku êrişa dagirkeriyê rewa dikir û ev gotinên wî li welatê wî jî bûbû sedema nerazîbûnan.