Gelên Elmanyayê: Bila hikumet çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Piştî ku derket holê tankên ‘Leopard II’ di êrîş û qetlîama Efrînê de tê bi kar anîn, gelê Elmanyayê piştgirî da biryara hikumeta federal a ku dibêje ‘Êdî em ê çekan nefiroşin Tirkiyeyê.’
Piştî ku derket holê tankên ‘Leopard II’ di êrîş û qetlîama Efrînê de tê bi kar anîn, gelê Elmanyayê piştgirî da biryara hikumeta federal a ku dibêje ‘Êdî em ê çekan nefiroşin Tirkiyeyê.’
Hikumeta Merkel a ku li hemberî qetlîama sivîlên li Efrînê dengê xwe nekiribû, hefteya borî nerazîbûna xwe bi awayekî neyekser dabû nîşandan. Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel ragihandibû, heta ku hikumeta nû ya koalîsyonê were avakirin plana modernîzekirina tankên Leopard II tê de, ew ê firotina çekan a ji Tirkiyeyê re bidin sekinandin.
Malpereke sereka ya Elmanyayê ‘t-online.de’ pirsa “Gelo li gorî te, biryara Elmanyayê ya ku dibêje êdî em çekan nafiroşin Tirkiyeyê, di cih de ye yan na’ ji xwendevanên xwe re kir. Ji duh ve 59 hezar kesan deng dan anketê û gelên li Elmanyayê, piştgiriya biryara hikumeta federal dikin.
Yên ku tevlî anketê bûne, ji sedî 81 dibêjin ‘Erê, di cih de ye’ û sedî 10 dibêje ‘Na, ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye, divê piştgiriya wê were kirin’. Ji sedî 9 jî, di erênayê de ne.
Di heman malperê de nivîseke analîzê ya bi navê ‘Ev rewş ji bo Elmanya û NATO’yê rezalet e’ li ser bêdengiya welatên cihê û Elmanyayê jî heye.
Kesên ku dixwazin tevlî anketê bibin, dikarin li vê derê dengê xwe bidin:
KAMPANYAYA ÎMZEYAN A MEDÎCOYÊ
Saziya mafên mirovan a bi navê “Medîco Înternatîonal’ jî ji bo sekinandina firotina çekan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê de banga ‘Bila hikumeta federal ne panzêran nefiroşe Erdogan û ne jî çekan bide wî’ hate kirin.
Îmzeyên vê kampanyayê wê ji bo ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê ji Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê re were pêşkêşkirin. Kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin, dikarin pê li vê lînkê bikin: