Gelek polîs li 1 Mayis hatin bicihkirin

Piştî girtina sindoqan, li ketina Ataşehîr' Mustafa Kemal (Taxa 1 Mayis) gelek polîs hatin bicihkirin.

Piştî girtina sindoqan, li ketina Ataşehîr Mustafa Kemal (Taxa 1 Mayis) gelek polîs hatin bicihkirin. Ligel TOMA û du wesayîtên zirxî yên bi navê akrep du otobus tijî polîs hatin bicihkirin.

Her wiha li Dibistana Kazim Ozalp a Zeytînburnu piştî welatiyan giliyê wesayîta bê plaqa kirin, polîsan gotin ku wesayîta wan e û plaqa bi wesayîtê vekirin.

Di wesayîta bê plaqa ya li ber Dibistana Seretayî ya Şehîd Ogretmenler a li Alîbeykoy a Eupê kêr hat dîtin. Piştî welatiyan agahî dan polîsan, polîsan gotin wesayîta me ye û ji bo kêrê gotin, “Ne girîng e kêra fêkî ye.”

Li Sultangazî jî hat îdîakirin ku wesayîtekek şîn a bê plaqa saet di navbera 15.00-16.00 de torbeyê tijî deng biriye navenda komkirina dengan a li Sultangazî.

Li Dibistana Seretayî ya Safa ya li navçeya Yenîdogan jî muşahidên gerok wezîfedarê sindoqê yê AKP’yî dema bi kaxezên hilbijartinê derdket derve girtin. Wezîfedarên li dibistanê der barê yê AKP’yî de girtek amade kirin.