Gelek mîna Mam Wuso hene ku îxaneta PDK’ê qebûl nakin

Mam Wuso yek ji fermandarên PDK’ê bû ku di dema îxaneta serokatiya demkî de qebûl nake ku tevlî çaşatiyê bibe. Niha jî bi hezaran fermandeyê pêşmerge hene ku naxwazin beşdarê şerê li dijî gerîla bibin.

Ebdulah Hesenzade û Doktor Qasimlû di pirtûka bi navê ‘îxanetên di dema serokatiya demkî de’ vedibêjin; piştî sala 1961’an li dijî hikumeta Iraqê tevgerekî çekdarî li Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Barzaniyan ava dibe. Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Demokrat a Kurdistanê alîkariyek mezin didin wê tevgerê. Ji tevlêbûna di nava şeran de bigre heta digihîje alîkariya leşkerî ya li dijî hikumeta Iraqê, ji hewandina pêşmerge û erzaqdayîna wan kêm nekir.

Di pirtûkê de îşare bi wê dikin ku PDK çawa bersiva başî û alîkariya gelê Rojhilatê Kurdstanê û Hizba Demokrat (a Rojhilatê Kurdistanê) daye û wiha qala wê dikin; piştî ku PDK pêywendî bi Riza Şah ê Îranê çêdike, efserekî sîxur ê Îranî yê rayedar tê navçeya Sengeser ya Başûrê Kurdistanê û li herêmên Pişder û Bitwînê bi cih dibe. Wê demê serokê Şoreşê li wê derê bû. PDK’ê wê demê pişta xwe dide Hizba Demokrat a Îranê û berevajî wan hemû alîkarî û piştevaniya gelê Rojhilatê Kurdistanê pêşkêşî Barzaniyan kiribû, PDK biryar dide û li ser daxwaza kralê Îranê Riza Şahê Pehlewî Hizba Demokrata Îranê teng bike û ji Başûrê Kurdistanê derxîne.

PDK’ê tenê bi wê yekê re sînordar nema ango pêşengên weke Mela Aware û Silêman Muînî radestê Îranê bike, belku piştre çekdarên xwe bi armanca alîkariya Îranê ya ji bo dijî şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bike, bire milê Rojhilatê Kurdistanê.

Yek ji fermandarên çekdar ku ji aliyê PDK’ê ve ji wî re ferman hatibû dayîn ku biçe alîkariyê bide Îranê û li dijî Hizba Demokrat a Kurdistanê û tevgera Rojhilatê Kurdistanê şer bike Mam Wuso bû. Wuso fermandaek yê hêza çekdar ê PDK’ê bû. Ferman jê re hatibû dayîn ku biçe bajarê Şino û Pîranşarê û bi dezgeha îstîxbarat û sîxuriya rejîma Îranê (SAWAK) ya wê demê li pey endamên Hizba Demokrat a Îranê bigerin.

Piştî çend roj gerînê, Mam Wuso ji vî karî bêzar dibe, vedigere û bi awayek eşkere dibêje: “Ez nikarim vê îxanetê bikim, ez wisa hîs dikim ku gelê Rojhilatê Kurdistanê me wek caş dizanin, di rastiyê de jî em caşin.”

Ji ber vê helwesta Mam Wuso fermandarê hêzên PDK yê navçeya Qeladizê jê aciz dibe û heta piştî ‘aşbetal’ê jî nakokiya di navbera wan de dom kir.

Dibe ku Mam Wuso di nava partiya xwe de ji ber ku ji gotina partiya xwe derketiye, îtîbara xwe xirabkiribe, lê heta dawiyê serê wî bilinde ku tevlî îxanetekî wisa mezin nebûye û dîrok jî bi başî qala wî dike.

Raste ku dibêjin dîrok xwe dubare dike, dema DAÎŞ nêzîkê Hewlêrê bibû û Mexmûr girt, gerîlayên azadiya Kurdistanê hatin û Hewlêr paytexta hikumeta wan parastin. Dema PDK ji Şengalê direviya, gerîla li dijî DAÎŞ’ê li berxwe dida. Lê PDK’ê wek navê xwe yê her timî, dest da destê dagirkeran û mîna îxaneta serokatiya demkî ku bi artêşa rejîma Îranê re li Pîranşar û Şino li pey pêşmergeyên Hizba Demokrat digeriyan, niha jî bi heman şêwzaî bi MÎT û artêşa Tirk a dagirker re li pey gerîlayên PKK’ê digerin.

Di vê pêvajoya îxaneta PDK’ê de jî kesên mîna Mam Wuso Dizeyî hene ku wan tawanan qebûl nakin. Niha jî di nava PDK’ê de piraniya endamên wê, vê îxanetê qebûl nakin ku partiya wan li hemberî gerîla û PKK’ê dike. Lê aliyekî yê girêdayî Serokê Hikumetê Mesrûr Barzanî heye ku ji bo pêkanîna wê tawanê bi israr e û wê heta hetayî dîroka xwe reş bikin.