Gelek DBP'yî hatin binçavkirin

Li Bismilê di serdegirtina malan de nêzî 30 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Hevşaredarê Bismilê yê ji wezîfeyê hate girtin û rêveberên DBP'ê yên navçeyê jî hene.

Li navçeya Bismil a Amedê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser gelek malan û nêzî 30 kes binçav kirin. Di nava binçavkiriyan de Hevşaredarê Bismilê Alî Çelîk ê ji wezîfeyê hate girtin û qeyûm li şûna wî hate bicihkirin, Alîkarê Hevşaredaran Şeymûs Aydin, Hevseroka berê ya DBP'ê ya Navçeyê Celîle Kaplan û gelek rêveberên DBP'ê yên navçeyê jî hene.

Kesên hatin binçavkirin ev in; "Sûat Karagoz, rêveberê DBP'ê yê navçeyê Mûstafa Kûrt, endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî Zeyettîn Araz, Ceylan Efe û endamên DBP'ê Mehmet Înanç, Guven Tanrikûlû, Abdullah Kûrt, Hamdûllah Yel, Fehîme Efe, Mehdî Bîçîmlî, Şahîr Sûnar û Mûzaffer Sari."

Wekî din, li gundê Alodîna yê Bismilê jî 9 jinên ku navên wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin.

Li Edeneyê jî di serdegirtina malan de endamê HDP'ê Sînan Kizildere û hevsera wî hatin binçavkirin.