Gelê Wanê tevî ‘qedexeyê’ jî wê biherikin Amarayê

Gelê Wanê ji bo meşa 4’ê Nîsanê ya ber bi Amarayê xwe amade dike. Rêveberê HDP’a Bajêr Kalçik got: “Em ê 4’ê Nîsanê li Amarayê bin. Wê rojê gelê me yê derfetê nebîne jî dikare serî li DBP-HDP, TÛYAD-DER û MEYA-DER’ê bidin.”

Amadekariyên meşa 4’ê Nîsanê ya ji Wanê ber bi Amarayê didome.

Têkîldarî mijarê di civîna li avahiya DBP’a bajêr rêxistinên HDP-DBP’ê yên navçe û bajêr,  TUYAD-DER, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA amade bûn.

Rêveberê rêxistina HDP’a Wanê Necmî Kalçik di civînê de axivî, got starta meşa Amarayê ji îro ve dane. Kalçik destnîşan kir ku ji bo meşê li taxan xebatan dimeşînin, ragihand ku tevî hevserokên HDP-DBP, parlamenter û hevşaredaran wê bi hezaran kes 2’yê Nîsanê roja Şemiyê ber bi Amarayê bikevin rê. Di axaftina xwe de Kalçik nerazîbûn nîşan qedexeya Walîtiya Rihayê da, got: “Qedexeya Walî tenê wî eleqeder dike, em ne girêdayî qanûnên Qesrê ne. Ev pirsgirêka walî ye. Em gel in û em ê wek gel 4’ê Nîsanê li Amara bin. Wê rojê gelê me yê derfetê nebîne jî dikare serî li DBP-HDP, TÛYAD-DER û MEYA-DER’ê bidin.”
BANGA TEVLÎBÛNÊ

Rêveberê HDP’ê Necmî Kalçik di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin, em tevahî gelê Wanê dawetî meşa Amarayê dikin.”