Gelê Qamişloyê Memed Şêxo ji bîr nekir
Gelê Qamişloyê Memed Şêxo ji bîr nekir
Gelê Qamişloyê Memed Şêxo ji bîr nekir
Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Şêxo îro di saetên nîvrode serdana gora hunermendê bi nav û deng Mehmed Şêxo kirin. Piştre jî goristan û derdora wê baqij kir.
Bi munasebeta 24'emîn salvegera koça dawî (9'ê Adarê) ya hunermendê binav û deng Mehmed Şêxo amadekariyên bîranînê tên kirin. Di vê çarçoveyê de endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Şêxo çûn serdana gora hunermendê nemir a li Goristana Hilêliyê. Endamên navendê piştre jî goristan û derdorê paqij kirin.
Di 9'ê Adarê de jî wê gora Mehmed Şêxo bi girseyî bê ziyaretkirin û piştre dê li navenda çandê bernameya bîranînê bê lidar xistin.