Gelê Mexmûrê: Wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne

Bi hezaran welatiyên Mexmûrê di yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de li dijî dagirkeriyê meşiyan û gotin; “Wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne.”

Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, di 20'ê Çile ya 2018'an de 72 balafirên şer rakir û dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir. Salvegera êrîşên dagirkeriyê li gelek navendan hatin şermezarkirin.

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, YJA/STAR, HPG, wêneyê Leyla Guven û Nasir Yagiz li pêşiya avahiya şaredariya wargehê kom bûn û li dijî dagirkeriyê meşiyan.

Meş li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê veguherî mîtîngê. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û dirûşmeya ‘Tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin Kurdistanê azad bikin’ hate berzkirin.

Piştre daxuyaniya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê hate xwendin û wiha hate gotin;

“Pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên emperyalist îro tam li gorî karekterê pergala xwe, di krîzê de ne û krîzê li mirovahiyê didin jiyîn. Ev pergala emperyalist îro di nav tevlîhevî û qeyranê de ye. Bi vê karakter û taybetmendiyê ve ev pergal neçarî têkçûyîn û tinebûyînê ye. Tevahiya siyaset, aborî û dîplomasiya nav hêzên faşist û emperyalîst de berjewendiyên şer hene û bi rêya şer, destkeftiyên xwe di tevahiya cîhanê de li ser şer, têkilî û îtîfaqan didin meşandin. Ev konsept jî îro bûye wek karakterê siyaset û şerê demê.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe li hember vê pergala emperyalist û dagirker, şerekî felsefîk, siyasî, leşkerî û bîrdozî da destpêkirin. Ji bo vê pergalê tehdîd, metirsî û xeteriya herî mezin jî paradîgmaya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê komploya navnetewî wek hevpeymaneke van hêzên hegemonîk pêk hat û heta roja îro bi rê û rêbazên cûda tê kûrkirin û meşandin.

Ciwanên Kurd yên Apoyî di dîroka têkoşîna Kurdistanê de bi ruh û îradeyek bê hempa li hemberî tevahiya êrişên dijmin bi cesareta xwe destan nivîsandine û pêşengtiya şerê gelê şoreşgerî kirine. Ji ber vê yekê îro dema wê hatiye ku em berxwedanê xurt bikin û Rêbertiya xwe ji nav çar dîwaran derbixin û li ser xakek azad bijîn. Bi teqez wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne, wê Efrîn were rizgarkirin.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘ Li hember tecrîtê û faşîzma dagirker serî hilde, ‘Li hemberî zilm û koledariyê serî hilde’, ‘Ji bo tolhildana Kurd û Kurdistanê serî hilde’,û‘Ji bo azadiya Rêber APO serî hilde’ bi dawî bû.