Gelê Kurd sînoran nas nake
Gelê Kurd sînoran nas nake
Gelê Kurd sînoran nas nake
Di dîrokê de di navbera gelek welatan de qeçaxçîtî hatiye kirin û bi navê wê yê din jî tê gotin karwancîtî. Di roja îro de jî tê gotin kasibkar. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav jî rêya hevrîşmê ye. Lê dema ku mijar dibe Kurdistan em nikarin peyva karwancî yan jî kasibkar bi kar bînin, ji ber piştî Peymana Lozanê welatê bi navê Kurdistan tê dabeşkirin, ji lewma jî kesê Kurd ê ku karwancîtiyê dikin, tenê di nava parçeyên welatê xwe de tên û diçin. Ji ber vê dema ku em li şiverêyên ku karwanciyan bi kar anîne dinêrin em bibînin ku çendî ev karwan bi dirêjiya salan hatine û çûne. Her wiha ev kar ji bapîran heta roja me ya îro hatiye.
Karwanciyê bi navê Xalîd Mihemed ê 28 salî û nîvê temenê xwe bi vê karî re derbas kiriye ji ber ew 14 sal in kasibkariyê dike, bi xwe ji bajarê Serdeşt e û derbarê rewşa xwe dema ku ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin wiha got; “Li Rojhilatê Kurdistanê tenê em Kurd neçar dimînin ku bi karê karwancitiyê mijûl bibin.”
KURD BI ZANEBÛN BIRÇÎ TÊN HIŞTIN
Kasibkar Xalîd derbarê jiyana xwe ya 14 salan de ya ku li çiya û çolê derbas bûye wiha rave kir; “Min ev kar ji bavê xwe girtiye ji ber bavê min heyanî ku temenê wî bû 50 sal jî her karwancîtî dikir, lê ji ber êdî temenê wî mezin bûye, niha tenê bi cotkariyê re mijûl dibe, ez jî ji bavê xwe fêrî vê karî bûm. Sedema min a ku ez cihê xwe di vê karî de digirim jî ev e; derfeta kar li Îranê heye, lê li bajarê Kurdan ew derfet nîn e ku mirov debara xwe bike. Ji ber Komara Îslamî ya Îranê xizmeta bajarê Kurdan nake, belkî li bajarê Fars û Eceman kar zêde ye, lê em nikarin zarok û malên xwe bihêlin û biçin cihên dûr. Ez neçarim vê karî bikim ji ber di malê de yê ku kar bike tenê ez im, hemû Kurdên bi vê karî re mijûl dibin jî wiha ne. Ev demeke dirêj e ku birayê min ji aliyê pergala Îranê ve hatiye girtin û di zîndanê de ye, her wiha zarokekî min jî heye ji ber vê ez neçar mame ku debara xwe bi rêya kasibkariyê bikim. Em Kurd tenê neçarî vî karî hatine hiştin mînak Ereb, Ecem, Fars û Tirk neçarî vê karî nîn in.
‘EM BI GUMANA KU EM VENEGERIN DIKEVIN RÊ’
Xalîd kasibkarê ji Rojhilatê Kurdistanê derbarê bêzarbûna xwe ya ji vê karî jî wiha îfade dike; “Ger li bajarên me yên Kurdan kar heba û rojane me kariba debara xwe bikira min qet kasibkarî nedikir. Ji ber êdî ez dixwazim vê karî berdim, lê karê din li Îranê nîne ku em kar bikin. Ger karekî din ê bi aram heba ez ê vî karî beriya demekê berdim û ji xwe re jiyaneke bi aram ava bikim. Her cara ku em dikevin rê em giyana xwe dixin pençên xwe, wiha em sînor derbas dikin û baweriya me nîne ka em ê vegerin an na. Yanî hatin di destê me de ye, lê veger ne di destê me de ye.
‘KOMARA ÎRANÊ HEM BIRÇÎ DIHÊLE HEM JÎ CEZA DIKE’
Xalîd derbarê pergala komara Îranê ya cezakirina kasibkaran de jî wiha nêrînên xwe tîne ziman; “Heyanî niha bi milyaran cezayê me ya pereyan heye û bi salan cezayê me ya zîndanê hatiye birîn, di pergala Îranê de dema ku ceza li te hate birîn tu nikarî di cihê wê de pereyan bidî û ji cezaya zîndanê rizgar bibî. Divê tu bi misogerî cezayê xwe bikîşînî. Dema ku li beramberî cezayê ku hatiye birîn pere were qebûlkirin jî vê carê jî pereyên pir zêde tên xwestin û Kurd jî nikarin van pereyan peyda bikin. ji ber vê tenê em dikarin li gorî pêdiviyên xwe ya jiyanê pereyan peyda bikin. Ji lewma jî em neçar dibin ku cezayê zîndanê qebûl bikin û cezayê zîndanê jî di navbera 6 heyanî 10 salan de ye. Lê pir mixabin ku hemû Kurdên li ser sînor dijîn bi vê karî re mijûl dibin. Ger her rojê heqdestê me hebe em jî neçar nabin vê karî bikin. Hin hene bi zeviyên xwe re mijûl dibin, lê kesên ku zeviyên wan nîne, wê çi bikin. Ji lewma jî yan temenê me li ser pişta hespan, yan di zîndanan de, yan jî bi guleyeke îtlaata komara Îranê bi dawî dibe.
‘EZ BÊHESAB KETIME KEMÎNAN’
Xalidê ku ev çol û çiya ji mala wî zêde jê re malavahiyê dike di derbarê terzê hatin û çûnê jî wiha dirêjî dide gotinên xwe; “Em di hefteyekê de du-sê caran sînor derbas dikin, li derveyî wê em nikarin bên. Her cara ku em dikevin rê jî em bi qasî 9-10 seatan li çûyîn û 9-10 seatan ji bo vegerê, li ser pişta hespan derbas dikin. Dema ku kemîn hebin jî em neçar dibin careke din paşde vegerin û xwe vedişêrin, wê demê jî em diçin cihekî ku pastar û îtlaat gumanan ji me nekin, heyanî ku rewş aram bû wê demê em careke din dikevin rê. Xalid derbarê kemînên ku pê re rû bi rû maye jî diaxive û wiha berdewamî dide gotinên xwe; “Ez bêhesab ketime kemînan, ji biharê heyanî payîzê tenê karê me kerwancitiye, piştî wê êdî werz tê guhertin û em jî bê kar dimînin. Lê ji biharê heyanî payîzê em bi qasî 200-300 caran dikevin kemînan. Belkî ez bi xwe dema ketime kemînan birîndar nebûne, lê hespên min hatine kuştin û barê me jî ketine dest, lê gelek kes ligel min birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Dema ku tu birîndar bikeve dest jî tevî wan birînan ew kasibkar tê girtin û dişînin zîndanê.
Di dawiyê de Xalid Mihemed kasibkarê ji Rojhilatê Kurdistanê tişteke balkêş tîne ziman û wiha gotinên xwe diqedîne; “Hin caran dema ku em ji Rojhilatê Kurdistanê sînor desbas dikin û tên Başûrê Kurdistanê rexmî ku îtlaat û pasdarên komara Îranê me dibînin, lê belê destûra derbasbûnê didin me, lê di vegerê de dema ku em girtin em dîsa bi heman kiryarên tund re rû bi rû dimînin.”