Gelê Kurd ji bo Ocalan dadikevin qadan

Îro gelê Kurd û dostên wan ji bo Ocalan li Berlîn, Parîs, Viyana, Stockhol, Toronto, Melboûrne û li çar parçeyên cîhanê dadikevin qadan.

Li ser banga Dîwana Hevserokatiya KCDK-E û Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) li gelek welatan Kurdistanî û dostên wan ji bo balê bikêşin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê dakevin qadan.

Ev çend hefte ne li hemû bajarên Ewropayê çalakî têne lidarxistin. Roja Înê jî li bajarê Fransa Marsîlya û bajarê Avûstralya Melboûrnê çalakî hatin lidarxistin.

Li Marsîlyayê meş bi pêşengiya Ciwanên Azad ên Marîgnanê seat 20:00’an li Marîgnanê pêk hat. Ciwan bi posterên Ocalan û sembolên gelê Kurd meşiyan. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku divê ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn di nava hemû çalakiyan de cih bigrin. Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya îro bi dawî bû.

Ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Ocalan li bajarê Avûstralya Melboûrnê civînek hate lidarxistin. Endamê komîsyona perwerdê ya NAV-Kurd Birûsk Kerkûtî axivî û bal kişand li ser rola DYA a di komploya navneteweyî de. Di civînê de ciwanê Kurd Umît Acar ê ku beriya çend hefteyan li Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Ocalan bedena xwe dayî ber agir û parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ê ku li Başûrê Kurdistanê wefat kiribû, hatin bibîranîn.

Civîna li Melboûrnê bi banga beşdarbûna çalakiya îro bi dawî bû.

Çalakiyên ku tên plankirin roja 13’ê Cotmehê (îro) werin lidarxistin wê Komploya 9’ê Cotmehê, tecrîda li ser Ocalan, zextên dewleta Tirk, êrîşên dagirkeriyê, bêdengiya welatên Ewropa, helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li dijî tecrîdê wê werin protesto kirin.

KCDK-E û TJK-E wiha got; “Em dikarin vê tecrîdê tenê bi berxwedan û têkoşîna hevpar ya jin, ciwan, Kurdistanî û hemû mirovên demokratîk bişkînin.”

Herdu rêxistinan ev bang kir; “Em banga tevlîbûnekî bi hêz ji bo çalakiyên roja 13’ê Cotmehê yên ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmeh û meşên ji bo azadiya Rêber Apo dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo ketina tevgerê ya rêxistinên navnetewî em bang li hemû gelê xwe, kesên şoreşger, demokratîk, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan û hemû kesî dikin ku bi beşdarbûnên girseyî yên tevlî meşên azadiya Rêber Apo bibin û xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Çalakiyên 13’ê Cotmehê wê li Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Avûstûrya, Kanada, Swêd, Avûstralya û Norweçê werin lidarxistin.

Navê bajarên ku çalakî lê werin lidarxistin wiha ne; bajarên Fransa Parîs, Marsîlya û Strasboûrg, bajarên Elmanya Dusseldorg, Frankfûrt, Darmstadt, Hannover, Stûttgar, Berlîn, Hambûrg, Bremen û Kîel, bajarên Avûstûrya Viyana, Însbûrg û Lînz, bajarê Kanada Toronto, bajarê Avûstûrya Melboûrnê, bajarê Hollanda Den Haag, bajarê Swêd Stocholm û bajarê Norweç Oslo.