‘Gelê Fatsa Unye li hember siyanurê li ber xwe dide’
‘Gelê Fatsa Unye li hember siyanurê li ber xwe dide’
‘Gelê Fatsa Unye li hember siyanurê li ber xwe dide’
Platforma Parastina Xwezayê ya Fatsa Unye, xwest Şîrketa Altintepe dest ji xebata lêgerîna bi siyanur a zêran berde. Platformê got, "Siyanur, rê li ber texrîbatên bêveger di jiyana xweza û zindiyan de vedike.”
Platforma Parastina Xwezayê ya Fatsa Unye, li hember şîrketên li Ordu bi siyanurê li zêran digerin li Qada Galatasaray daxuyanyiek da. Di çalakiyê de ku pankarta, "Gelê Fatsa Unye li hember siyanurê li ber xwe dide” hat vekirin, Platforma Hawîrdorê ya Bakirtepe Sînop, gundiyên Bergama, Platforma Karadenîz di îsyanê de ye û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniya li ser navê Platforma Parastina Xwezayê ya Fatsa Unye de wiha hat gotin, "Desthilatdarî bi xebatên di 12 salên dawî de welatî me bi temamî ji rant û talanê re vekir.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê herêmê li hember xebata bi siyanur têdikoşe û wiha hat gotin, "Em bang dikin ku li Fatsa û Unye li hember şîrketên bi siyanurê li zêran digerin derdikevin. Em dixwazin kana zêran a difikirin bi siyanurê têde bixebitin tavilê bê rawestandin û girtin.”