Gelê Dihokê komkujiya Parîsê şermezar kir

Gelê Dihokê komkujiya Parîsê şermezar kir

Qetilkirina 3 siyastmedarên Kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Dihokê bi meşekê girseyî hate şermezarkirin.

Li bajarê başûrê Kurdistanê Dihokê bi armanca şermezarkirin û lanetkirina tevkujiya ku li avahiya Enformasyona Kurdistanê ya li paytexta Fransa Parîsê pêkhatiye meşek hate li darxistin. Meş, li nava sûka mezin a bajarê Dihokê pêk hat. Rêxistinên civaka sivil ên bajarê Dihokê tevlî meşê bûn.

Rêxistinên bi navê Federasyona Civaka Sivil ya Dihokê, Meclisa Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê şaxê Dihokê û Navenda Çanda Dihokê tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê dawî lêhat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Dihokê jiber vê êrîşa hovane ya li hember sê qehreman û lehengên jin ên Kurd pir xemgîn e û wiha hate gotin;

“Êrîşa li hemberî siyasetmedar û şoreşgerên Kurd hatiye kirin êrîşek hovane ye, ev êrîş ne tenê li hember van kesayetan hatiye kirin, di kesayeta van 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, êrîşek li hember têkoşîna gelê Kurd a jibo azadî û aştiyê hatiye kirin. Bes bila dijminên Kurdan baş bizanin ewê bi van êrîşên hovane tucarî nikarin tekoşîn û xebata Kurdan a jibo azadiyê têk bibin.”

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de ji dewleta Fransa û hêzên kû dibêjin em mafên mirovan diparêzîn hate xwestin ku demek ji ya din zûtir kujerên komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd eşker bikin. Destpêka meşê heta dawiya meşê sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ hatin avêtin. Di dawiya meşê de gelê bajarê Dihokê bi sloganên dilsoziya jibo 3 siyasetmedarên Kurd avêtin û belav bûn.