Gelê Başûr herikî kolanan, daxwaza îstifayê ji hikumetê dike
Krîza siyasî, leşkerî û aborî û rewşa xumamî ya li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku gel biherike kolanan.
Krîza siyasî, leşkerî û aborî û rewşa xumamî ya li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku gel biherike kolanan.
Li Silêmanî, Ranya, Keladizê, Rewandûz û Kelarê, gel ji danê sibehê ve daket kolanan û daxwaza îstifayê ji hikumetê kir.
Têkçûna mezin a ku piştî referandûmê li Başûrê Kurdistanê rû da, bû sedem ku gel biherike kolanan. Ji îro saet 09:00 û pê ve gel li Silêmanî, Ranya, Keladizê, Rewandûz û Kelarê daket kolanan û daxwaza îstifayê ji hikumetê kir.
Wekî din Serokwezîrê Herêmê Nêçirvan Barzanî nameyek ji parlamentê re şand û xwest ku dema hilbijartinê zelal bikin.
Di nameyê de hat ragihandin ku hilbijartin ji bo çareserkirina pirsgirêkan alternatîfa herî baş e û hat gotin ku divê dema hilbijartinê 3 mehan derbas neke.