Li Amedê HDP'ê biryar da ku li meydana Newrozê bicive. Di daxuyaniya HDP'ê de hat ragihandin ku jimartina dengan dewam dike, lewma divê xemsarî rû nede û ji gel xwest li qada Newrozê bicive.
Li gorî encamên heta niha hatine aşkerakirin HDP'ê bend derbas kiriye. Ji niha ve bi hezaran Amedî daketin kolanan û meydanan. HDP'ê biryar da ku gel li qada Newrozê bicive. Li çar aliyên bajêr coşeke mezin heye.
Rêveberiya HDP'ê ya Bajêr, ji bo pêşî li provokasyoneke gengaz bigire, biryar da ku gel li qada Newrozê bicive. Di daxuyaniya HDP'ê de hat xwestin ku xemsarî neyê nîşandan û gel li qada Newrozê kom bibe.
Di daxuyaniyê de her wiha ji gelê li ber desteya hilbijartinêya bajêr disekine jî hat xwestin, ku ji bo parastina kîsên dengan, sekna xwe dewam bike.