Gelê Amedê li hember êrîşên li dijî Sûrê li kolanan e
Gelê Amedê li hember êrîşên tîmên taybet û polîsan li kolanan e.
Gelê Amedê li hember êrîşên tîmên taybet û polîsan li kolanan e.
Gelê Amedê li hember êrîşên tîmên taybet û polîsan li kolanan e.
Li navçeya Sûrê “qedexeya derketina kolana” a ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat îlankirin ku hê jî didome, hat diyarkirin ku êrîş û dorpêça polîsan a zêde bûye. Êrîşên hêzên dewletê ku herî zêde li taxên Hasirli û Fatîh Paşa zêde bûne, hat diyarkirin ku tîmên taybet û polîs çekên giran bi kar tînin û malan gulebaran dikin. Hat diyarkirin ku li navçeyê amadekariyên komkujiyekê tê kirin, polîs her cihî gulebaran dikin.
Li ser agahiya bi sedan kesên li Taxa Şêx Seîd kom bûn, kesên li Semta Ofîs a Yenîşehîr, Cadeya Emek, Sento û Taxa Kanarya ya ya Baglar, Semta Huzurevlerî ya Kayapinar rûdinin derketin kolanan, meş û çalakî pêk anîn.
Polîsan bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîş bi ser ciwanên li Cadeya Sento ya Baglarê kom bibûn, ciwanan jî li hember êrîşê ketin xweparastinê, barîkat li Cadeya Sento ya Taxa Yûnûs Emre danîn û rê li trafîkê girtin. Polîsan ji wesayîtên zirxî yên Kîrpî gotin, “bi çekên rastî werin û me bikin hedef”, piştre jî bi guleyên rastî êrîş kirin. Ji ber polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin kolanên vala, li taxê ewrekî gazê derket holê. Her wiha ji ber van bombeyên gazê, camên gelek malan jî şkestin. Gel meşa xwe û çalakiyên xwe didomîne. welatiyên derketin cadeyên Emek û Goçmenler, bi meşan ve hewldanên komkujiya Sûrê protesto kirin. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk ve êrîş birin ser meşê, li hember vê welatî ketin berxwedanê.
Li taxên Şehîtlîk û Ofîsê yên navçeya Yenîşehîrê jî welatî daketin kolanan, hewldanên polîsan ên komkujiya Sûrê protesto kirin.
Li Taxa Hûzûrevlerî ya Kayapinarê jî gelek welatî ji bo protestokirina êrîşên ser Sûrê daketin cade û kolanan. Li hember êrîşên polîsan ên bombeyên gazê û ava şid, welatî ketin xweparastinê, li Cadeya Doktor Sitki Gorel barîkat danîn û agir vêxistin. Ji ber polîs nikaribûn li cadeyê pêş biçin, ji nuqteyê lê ne rasterast bi dehan bombeyên gazê avêtin taxê. Li bajarê ku berxwedan didome, ji bo pêşiya komkujiya ku li Sûrê dixwazin pêk bînin, bê girtin, bang li her kesî hat kirin ku dakevin kolanan.
Li gelek taxên Amedê gel daketiye kolanan, ji bo hewldanên komkujiya Sûrê vala derxin jî çalakiyên protestoyê li dar dixin. Li Dortyol, Kûrûçeşme, Îskanevlerî yên Baglarê gel li kolanan protestoyê xwe didomîne, polîs û tîmên taybet bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîşî gel dike. Polîs ji wesayîtên zirxî rasterast bombeyên gazê davêjin derdora xwe. Bi taybet kesên pîr û zarok ji gazê bandor bûn. Her wiha, welatî li şaneşînên malên xwe li beroşan dixin û çalakiya dengderxistinê li dar dixin.