Gel şewata li Çiyayê Cudî vemirand
Gel şewata li Çiyayê Cudî vemirand
Gel şewata li Çiyayê Cudî vemirand
Li Çiyayê Cudî li derdora gundê Civaneyê di saetên sibê de ji ber sedemek nediyar şewat derket. Di encama serferberiya gel û xebatên ekibên arkujan şewat hat vemirandin.
Li Çiyayê Cudî li derdora gundê Civaneyê di saetên sibê de ji ber sedemek nediyar şewat derket. Ekibên arkujiyê yên Şaredariya Şirnexê, Midûriya Daristana Bajarê Şirnexê, nûnerên Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê û gelek welatî ber bi qada şewatê bi rê ket. Wesayitê Şaredariya Şirnexê gel bire cîhê ku şewat derket û şewat hat vemirandin. Şewata ku di saetên sibê dest pêkiribû girt bin kontrolê. Midûriya Daristana Bajarê Şirnexê diyar kir ku di şewatê de 8 hektar şewitî, gelek rez û baxçe şewitî ne.