Gel nehişt polîsên tîmên taybet bikevin nava taxê
Li Geverê, tîmên taybet êrîşî Taxa Cûmhûriyetê kirin. Di encama berxwedana gel de tîmên taybet ên Tirk nekarîn bikevin taxê û ji neçarî xwe ji herêmê vekişandin.
Li Geverê, tîmên taybet êrîşî Taxa Cûmhûriyetê kirin. Di encama berxwedana gel de tîmên taybet ên Tirk nekarîn bikevin taxê û ji neçarî xwe ji herêmê vekişandin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên taybet ên Tirk duh bi şev êrîşî Taxa Cûmhûriyetê kirin. Tîmên taybet ên ku bi maşînên zirxî û kepçeyan dor li taxê girtin, ji bo rakirina tankera avê ya li pêşiya taxê weke bend dihat bikaranîn, dest bi operasyonê kirin.
Tîmên tevgera taybet ên avêtin ser taxê, gule li derdorê reşandin. Gel jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv da êrîşa polîsan. Demeke dirêj dengê çekan ji taxê hat û tîmên taybet tankera avê li pişt maşînên zirxî girê dan û birin hewşa Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Pevçûn, bi vekişîna tîmên taybet re bi dawî bû.