Gel bi girseyî çû şîna gerîlayê HPG’ê Saltan

Gerîlayê HPG’ê Abdurahman Saltan di sala 2017’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû. Ji bo Saltan şîn hate danîn.

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya di sala 2017’an de li Başûrê Kurdistanê kiribû, gerîlayê HPG’ê Abdurahman Saltan şehîd bûbû. Ji bo Saltan li Rezana Amedê şîn hate danîn.

Şîn li Mala Şînê ya Farqîniyan hate danîn. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy, rêveber û endamên DBP’yên rêxistinên Rezan, Sûr, Peyas, Bismil, Hezo; nûnerên MEBYA-DER, TÛAY-DER, MED-DER, OHD jî tê de gelek kes çûn şînê.