Gefa mirinê li girtiyan hate xwarin
Li Girtîgeha Girtî ya T2 a Osmaniyeyê, gefa mirinê li girtiyan hate xwarin.
Li Girtîgeha Girtî ya T2 a Osmaniyeyê, gefa mirinê li girtiyan hate xwarin.
Mehmet Saît Dal ku 13'ê Kanûnê roja Çarşemê birayê xwe Mehmet Emîn Dal ê girtî ye dît, anî ziman ku birayê wî jê regotiye, zextên giran li wan tê kirin.
Dal da xuyakirin ku birayê wî ragihandiye, bi rêk û pêk êşkence li wan tê kirin û wan nema qet derdixînin hewşê. Dal diyar kir ku birayê wî jê re qala vê yekê kiriye: "Ji me dixwazin ku em yek bi yek derkevin sporê. Bi navê lêgerînê diavêjin ser qewîşên me û gefa mirinê li me dixwin. Gardiyanan gefa 'Eger hûn bi ya me nekin, hûn bi saxî ji vir dernakevin' xwarin. Hevdîtina me ya bi parêzeran re, bi rêya kamerayê tê qeydkirin. Her wiha di dema hevdîtinê de gardiyan jî li cem me disekinin. Di dema sewqkirina edliye û nexweşxaneyê de êrîşî me dikin. Tedawiya hin hevalên me nayê kirin. Eger dawî li van binpêkirinên mafên mirovan neyê anîn, em ê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikin."
Dal daxwazên girtiyan jî anî ziman:
* Bila dawî li binpêkirina mafên mirovan were anîn.
* Bi navê lêgerînê divê neavêjin ser qewîşan.
* Bila girtiyên nexweş werin dermankirin.
* Êşkence, kiryarên xerab û gefên li girtiyan tên xwarin bila biqedin.
* Girtî karibin aktîvîteyên civakî bi cih bînin ku mafê wan e.
* Ser hewşa girtîgehê ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye girtin bê vekirin.
* Hevdîtinên bi parêzeran re neyên qeydkirin û gardiyan lê guhdarî nekin.
* Girtî karibin bi hev re derkevin sporê.
* Di anîn û derxistina ji girtîgehê de êrîş li girtiyan neyên kirin."
Dal bi rêya kekê xwe bang li gel û saziyên pêwendîdar kir ku bêdeng nemînin û xwedî li girtiyan derkevin.