Gaziyê rojiya mirinê piştgirî da çalakiya li Strasboûrgê

Çalakiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewrûpayê ya li Strasboûrgê didome.

Çalakiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewrûpayê ya li Strasboûrgê didome. Ev çalakî di 23’ê Cotmehê de bi daxuyaniya hevpar a 63 saziyan hatibû destpêkirin. Heta niha gelek parlementer û nûnerên saziyên Ewrûpayê hatin serdana çalakiyê û peyamên hevgirtinê dan. Îro jî nûnerên saziyên çepgir ên li Elmanya, Swîsre, Fransa, Tirkiyeyê hatin serdana çalakiyê.

Hevserokê AvEG-KON’ê Şafak Arabaci, Hevseroka ATÎK’ê Zeynep Çalişkan, ji Partiya Çep a Elmanyayê Rûdoef Burgel, Lûkas Osswald, li ser navê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, li ser navê YNK’ê Dr. Osman Îsmaîl, Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

REXNEYA LI CPT Û KONSEYA EWRÛPAYÊ

Çalakvanan li vê derê mîtîngek li dar xistin û xwestin CPT û Konseya Ewrûpayê peywira xwe bi cih bînin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê rêzdar Ocalan dikare aştiyê bîne Kurdistan û Tirkiyeyê û divê tecrîda li ser wî roj berî rojekê were rakirin.

Parlementerê Elman Lûkas Osswald jî bal kişand ser tifaqa Elmanya û Tirkiyeyê û diyar kir ku ev tifaqa faşîzmê ye û li dijî demokrasiyê ye.

Gaziyê rojiya mirinê ya mezin Saît Oral Ûyan jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze têkiliya mirovan a bi Ocalan re qut bike û got, “Divê neyê jibîrkirin ku çirûskeke biçûk dikare agirekî mezin pêbixe. Qutkirina têkiliya Ocalan a ji me, fîzyolojîk e.”