Gabî Zîmmer: Divê teqez hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Parlamentera Çep a Yekbûyî ya Ewropayê-Koma Çep û Kesk a Skandînavyayê ya Parlamenta Ewropa Gabî Zîmmer bang kir, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin. Zîmmer bal kişand ser rola girîng a Ocalan.

Endama Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer ji rojnamevan Mahîr Amed re axivî û bi bîr xist ku kî AKP'ê û Erdogan neparêzin dikarin yekser bi 'piştevanê terorîzmê' werin sûcdarkirin. Zîmmer anî ziman, gelek girtî bi salane li benda darizandinê ne û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê atmosfereke tirsê hatiye afirandin. Zîmmer got, ev yek ne li demokrasiyê ne jî li mafên mirovan tê.

Zîmmer diyar kir, mirov ji ber ku nêrînên xwe tînin ziman, nabe ku bên girtin an jî werin krîmînalîzekirin.

Zîmmer bal kişand ser hejmara zêde ya dozên li dijî Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatine vekirin û got, hem hejmara zêde ya dozan hem jî derxistina Demîrtaş û Yuksekdag a li pêşberî dadgeriyê, wan dixe nava tirs û fikaran.

'GELO HÊZÊN EWLEKARIYÊ TENÊ JI BO GIRTINA MIROVAN HENE?'

Gabî Zîmmer, hinceta ewlekariyê ya li Tirkiyeyê bi zimanekî tund rexne kir û got, "Bi hinceta 'ewlekariya wan nikare bi cih were anîn' nabe ku mafê parastinê yên mirovên tên sûcdarkirin ji dest wan bê girtin. Gelo li Tirkiyeyê hêzên ewlekariyê nîne? Gelo wezîfeya hêzên ewlekariyê tenê girtina mirovan e yan jî di çarçoveya dewleta hiqûqê de parastina mirovan e? Ev mijareke ku divê hikumeta Tirkiyeyê li ser bisekine."

'HIŞTINA NAVÊ PKK'Ê DI NAVA LÎSTEYA TERORÊ DE, ŞAŞITÎ YE'

Zîmmer işaret bi çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya CPT kir, ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re were kirin ji 23'ê Cotmehê ve dewam dike û anî ziman ku helwesta Ewropayê ya li hemberî Kurdan ne diyar e. Zîmmer destnîşan kir ku hiştina navê PKK'ê di nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ya gelek welatan de, şaşitî ye û got, lazim e têkoşîna Kurdan a li Tirkiyeyê ya ji bo mafê xwe bê qebûlkirin.

OCALAN FAKTOREKÎ GIRÎNG E, DIVÊ KARIBE BI ROLA XWE RABE

Zîmmer işaret bi hevdîtinên navbera PKK'ê û hikumeta Tirk ên heta sala 2015'an kir û got, "Ocalan di wir de faktorekî girîng bû. Me ev ji bîr nekir. Ocalan dikarîbû bi rola navbeynkariyê rabûya. Û ji ber ku zêdeyî du sal in agahî jê nayê girtin, em jî di vê mijarê de bi fikar in." Zîmmer diyar kir hevdîtina heyeteke fermî bi Ocalan re û ji nû ve destpêkirina danûstandinan girîng e û ew bi zelalî piştgirî didin vê yekê.

'MEHKÛM JÎ XWEDÎ MAFÊN MIROVAN E'

Zîmmer got, "Ji ber ku mehkûm jî xwedî mafên mirovan e. Mafên mirovan hene û divê werin parastin" destnîşan kir ku ev yek pîvaneke dewleta hiqûqê ye. Zîmmer diyar kir, heman rewş ji bo girtiyên siyasî yên Baskî yên li Spanyayê jî derbas dibe.

QEDEXEKIRINA POSTERÊN OCALAN Û SEMBOLAN, IŞARETEK JI BO TIRKIYEYÊ YE

Gabî qedexekirina posterên Ocalan, sembol û alên partî û saziyên Kurdan li Elmanyayê nirxand û destnîşan kir ku ev qedexe işaretek ji bo hikumeta Tirk e.