Fransayê ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hişyarî da DYE'yê

Di hevdîtina navbera rêveberiya nû ya DYE'yê û Fransayê de, ji Washîngtonê hate xwestin ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dema dawî li Sûriye û Iraqê jinûve metirsîdar bûne, têkoşînê xurt bike.

Hate ragihandin ku di hevdîtina navbera Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antony Blînken û hempîşeyê wî yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan de, mijara têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hatiye nirxandin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên Fransayê ve hatin parvekirin, di hevdîtinê de işaret bi gef û metirsiya çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin ku dema dawî zêde bûye. Hate ragihandin ku Le Drîan di hevdîtinê de 'irîngiya dewamkirina hewldanên hevpar ên têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Rojhilata Navîn û Salehê'hatiye destnîşankirin.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de bi taybetî hateiye ragihandin ku gefa DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê neqediya ye.

Di dema Donald Trûmp de ku di 4 salên desthilatdariya xwe de gavên ku têkoşîna dijî DAÎŞ'ê bixe rewşeke metirsîdar avêt, ji bo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destûr hatibû dayin. Di vê demê de delweta Tirk çeteyên mîna DAÎŞ'ê weke leşkerên xwe yên bi pereyan şer dike bi kar anî. Trûmp beriya wezîfeya xwe radest bike, biryar dabû ku hejmara leşkerên xwe yên i Iraqê daxîne 2.500 leşkerî.