Fransa û Kurd dê meha çile bikin meha hestiyariyê!
Fransa û Kurd dê meha çile bikin meha hestiyariyê!
Fransa û Kurd dê meha çile bikin meha hestiyariyê!
Koordînasyona Piştevaniya Netewî ya bi Kurdistanê re (CNSK) ku di bin bana organîzasyonên kurd û Fransayê de civiyan, dixwazin meha Çile ku salvegera qetilkirina her sê siyasetmedarên kurde, biguherin meha hestiyariyê. Konferansa kurd ya li Meclisa Fransayê pêk hat, pirsgirêka kurd bi serokomar Françoîs Hollande ku dê dimeha Çile de bê Tirkiyeyê bibîrxist.
Di konferansa ku li Meclisa Netewî ya Fransayê pêk hat de, hate diyar kirin ku divê hemû dewletên YE’ê nêzîkatiya xwe li dijî kurdan li ber çavan derbas bikin û ji bo meha çile jî biryara çalakiyan girtin.
Demîrtaş di konferansê de da zanîn ku divê dewletên YE û yên rojava polîtîkayên li dijî kurdan biguherin û got polîtîkaya ku ev 100 sale dişopînin êdî bi rêve naçe.
Demîrtaş bang li hikûmeta Fransayê kir ku niha lêgerîneke cidî ya aştiyê heye, agirbesteke cidî û hemû çek rawestiyane, lê welatên YE’ê hêj piştgiriyeke bi biryar dena mafên parastina gelê kurd.
Parêzer Sylvîe Boîtel jî balkişand ser komujiya Parîsê û got dosya ji ber sedema ‘biryara veşarî’ bi rayagiştî re nayê parvekirin.
Serokê Partiya Komunîst a CNSK’ê Slyvîe Jan jî polîtîkaya derve ya Fransayê nirxand. Jan got mafê kurdan gerduniye û nayê parçekirin û got di mijara pirsgirêka kurd de pirsgirêka sereke ya rayagiştî a navnetewî ‘cehalete’.
HIKÛMETA FIRANSAYÊ ÇIMA MALBATÊN SÊ ŞOREŞGERA QEBÛL NAKE
Jan got ev cînayeta li Fransayê pêk hatiye, ji bo pêşî li pêvajoya çareseriyê bigirin, pêk hatiye û got:Têkiliyên Fransa û Tirkiyeyê li ser du esasan dimeşe. Ya yekemîn têkiliyên aborî yên du alî û ya din jî têkoşîna li dijî PKK’ê ye.
Kurdan hêj dikin qurbana berjwendiyên aborî. Ev saleke di ser komkujiya Parîsê de derbas bû. Lê hikûmetê hêj malbatên ser sê şoreşgerên kurd qebûl nekirine. Ev cînayeteke siyasiye.
DIVÊ SEROKOMAR BO AŞTIYÊ BIÇE TIRKIYÊ
Jan got serokomarê Fransayê Françoîs Hollande di 27’ê Çile de diçe tirkiyeyê û got : “Rojeva wan mijara Sûriyê, endamtiya Tirkiyeyê ya YE û berjewendiyên du alî ne. Lê em dixwazin serokomar ji bo çareseriya pirsgirêkan û aştiyê biçe.
DIVÊ MEHA ÇILE BIBE MEHA HESTIYARIYÊ
Jan da zanîn ku beriya vê serdanê dê meha çile li Fransayê bikin meha hestiyariyeke mezin û wiha pêde çû: “Meha Çile ji bo Fransayê girînge. Salvegera demokrastiyê ye.divê em kurdan tenê nehêlin. Ev hemû Fransiyan eleqeder dike. Van cînayetan hiqûqa Fransayê binpê kir.
Pispor Pascal Torre jî got divê meha Çile bikin meha nîqaşên berfireh û got divê serokomar bi daxwaza ku gelê kurd nas bike, biçe Tirkiyeyê û dawî li van zextan bîne.
SEROKÊ FEYKA: JI 2007’AN HETA NIHA 21 OPERASYON PÊK HATIN
Serokê Komelayên Kurd ya Fransayê (FEYKA) Mehmet Ulker jî got di salên 90’ê de beşeke mezina kurda ji ber zextên dewleta tirk koçî vir kirine û nêzî 100 hezar kurd hatine Fransayê. Ulker balkişand ser berjewendiyên Tirkiye û Fransayê û got di 1993’an de operasyona yekemîn pêk hat û bi ser mala sedan kurdî de girtin û 183 kurd hatin girtin.
Ulker wiha got: “Kurdan her tim çalakiyên xwe berdewam kirin. Di 2007’an de konsepta li dijî kurdan bi giştî guherî. Veguherî zext û zordariyan. Di navbera 2007- 2011’an de 21 operasyon pêk hatin.
Encamnameya konferansê serokê Komeleya Dostaniya Kurdan a Broton Andre Metayer xwend.
Di encamnameyê de ev bang hatin kirin;
1-Divê binpêkirina mafê hemû kurdan ya Îran, Tirkiye, Sûriyeyê bên şermezarkirin.
2-Divê mafên kurdan bên nasîn
a) Nasnameya kurd bê nasîn, azadiya rêxistinbûnê bikin bin ewlehiyê
b)Mafê xweseriya demokratîk bê nasîn
c)Mafê zimanê dayikê bên nasîn
3-Divê NY’ê piştgiriyê bide hemû biryarên ku divê hemû girtiyên siyasî û sivîl bên berdanê
4-Divê prosedurên hiqûqî bên betalkirin, girtiyên siyasî bên berdan, welatî ji mafên xwe yên siyasî fêdeyê bigirin
5-Divê hemû rojnameger û parêzvanên mafê mirovan bên berdan û ji bo vê hewldanên dîplomatîk bên nîşandan.
6-Divê di vê mijarê de hewldanên dîplomatîk bên nîşandan. Divê Fransa piştgiriyê bide însiyatîfa aştiyê ya herêma kurd.
Li ser vê yekê;
Divê Fransa û YE ji bo girtiyên siyasî di serî de Ocalan bê berdan însiyatîfên ku teşwîq dike bigire.
Divê YE PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe.
Divê Fransa hevkariya bi Tirkiye û polîsê tirk re red bike û dawî li zextên li ser kurdan bîne.
Divê lêpirsîna komkujiya Parîsê bê temamkirin.
Em wek pêkhateyên konferansê piştgiriyê didin;
1 Komîteya navnetewî ya piştgiriyê dide rewşenbîrên tirkiyeyê ya ji aliyê Collectîf VAN ( li dijî mirovahiyê hestiyariya ermeniyan)
2-Kamapnyaya Rêxistina Efuyê ya Navnetewî jib o girtiyên Îranê daye destpêkirin
3-Têkoşîna ji bo naskirina qikirina Ermeniyan