Fransa: Li Iraqê me li dijî DAIŞ êrîşa hewayî pêk anî
Fransa: Li Iraqê me li dijî DAIŞ êrîşa hewayî pêk anî
Fransa: Li Iraqê me li dijî DAIŞ êrîşa hewayî pêk anî
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande, diyar kir Fransa li Iraqê li hember DAIŞ yekemîn êrîşa hewayî pêk aniye.
Di daxuyaniya li Qesra Elysee de wiha hat gotin, "Vê sibehê saet, 09.40'an, jetên me yên Rafale, li hember depoyên terorîstan yekemîn êrîş pêk anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Hedef bi temamî hat tunekirin.” Hat destnîşankirin ku wê di rojên pêş de jî êrîş bidomin.
Hollande, di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê de gotibû ku wê li Iraqê li dijî DAIŞ êrîşên hewayî pêk bînin, lê li Sûriyeyê wê tu êrîşan pêk neynin. Hollande her wiha dabû xuyakirin ku wê tevgereke bejahî çênebe.