Fransa: Ji bo Kobanê em dikevin hereketê!
Fransa: Ji bo Kobanê em dikevin hereketê!
Fransa: Ji bo Kobanê em dikevin hereketê!
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laurent Fabîus daxuyaniya “Em ji bo Kobanê dikevin hereketê” da.
Fabîus di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de wiha got: “Ala reş a terorîstên DAIŞ li ser dîwarên bajarê Kobanê dihej e.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransa wiha got: “Ne balafirên koalîsyona Amerîka-Ereban, ne jî hêzên Kurdan nikarin êrîşên DAIŞ rawestînin. Fransa destpêkê li Iraqê çek radestî Kurdan kirin, piştre me balafirên xwe xistin tevgerê û tercîha mûdaxeleya leşkeri kirin. Em ji bo Kobanê dikevin tevgerê. Em bi hêzên li dijî DAIŞ şer dikin re hêza xwe ya hevkariya cewherî bi hêz dikin.”