Hevseroka Komîsyona Parlementoya Têkel a Yekitiya Ewropa Tirkiye Helene Flaurter qetilkirina 3 jinên Kurd li Parîsê weke “komkujiyeke kirêt” bi nav kir û ji malbat û gelê Kurd re daxwaza sersaxiyê kir.
Peyama Hevseroka Komîsyona Parlementoya Têkel a Yekitiya Ewropa Tirkiye Helene Flaurter wiha ye:
“Ez bi vê komkujiya kirêt lerizîm. Ez ji ber kuştina sê jinan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez êşa malbat û civaka Kurdan hîs dikim û parve dikim. Ez di wê baweriyê de me ku dê saziyên Franseyê di demek zû de vê komkujiyê ronî bike û berpirsên wê derxîne pêşberê dadgehê. Ev êrîşên li hemberî jiyana mirovan careke din nîşan didin ku em neçar in ji bo aşitiyê tevbigerin.”